Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê 59 roj li pey xwe hişt

Çalakvanên çalakiya Nobetê yên Mexmûrê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin: “Em gelê Kurd heta ku em Rêbertiya xwe bi awayê fîzîkî di nava xwe de bibînin em ê her tim di nava çalakiyan de bin.”

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20 Tîrmeha 2023’an de çalakiya Nobetê dabûn destpêkirin. Ev çalakî bi biryardariyek xurt, bi awayê dorveger ango her pênc rojan carekê bi komek nû re didome. Çalakiya Nobetê 59 roj li pey xwe hişt. Têkildarî vê mijarê çalakvanên çalakiya Nobetê ya Koma 11’emîn ji ANF’ê re axivîn.

‘EM JI TENDIRUSTIYA RÊBERTÎ BI GUMAN IN’

Çalakvana bi navê Rûxweş Efrîn di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ev demek dirêj e bi ti awayî em agahî ji Rêber Apo nagirin, ji ber ku dewleta Tirkiye ne dihêle malbat û ne jî parêzer biçin hevdîtina Reber Apo. Em ji tendûristiya Rêbertî bi guman in, ji bo wê em hem wek jin, hem wek gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, hem jî wek gelê Kurd heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe bibihîzin, em dest ji çalakiyên xwe bernadin û wê bi her awayî çalakiyên me bidome.”

Rûxweş Efrîn di dawiya axaftinên xwe de ev bang kir: “Ez bang li hemû gelê Kurd yên li her çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê dikim ku xwedî li Rêber Apo derbikevin. Bi taybet ez bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê, malbatên şehîd û şervanan dikim ku pêwîst e bêdeng nemînin, ma wê heta kîngê bêdeng bimînin? Divê her tim di nava meş, mitîng û her cure çalakiyan de bin.”

‘JI BO TEVAHÎ GELÊN BINDEST RONAHIYEK E’

Her wiha çalakvanê bi navê Mikaîl Simaîl jî wiha behsa armanca çalakiya xwe kir: “Armanca çalakiya me ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye. Ji bo şikandina vê tecrîdê divê her Kurdek li ku derê dibe bila bibe, pewîst e her tim di nava tevgerê de bin û tişta ji destê wan bê pêk bînin. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî gelên bindest wekî ronahiyekê ye. Li ser vî bingehî divê gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê yên demokrat destê xwe bidin hev ku em bikaribin vê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin.”

Mikaîl Simaîl di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê kir ku ji bo ev tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, divê her kes erka dikeve li ser milê xwe pêk bîne.