Çalakiya li Şengalê di roja 3’mîn de ye: PKK hêza ku Êzidî ji qetlîamê rizgarkirî ye

Gelek kesan serdana kona ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Şengalê hatî vedan kirin. Li wir Şengaliyan gotin hêza ku Êzidî ji qirkirinê rizgar kirî nikare bibe ‘hêzeke terorîst’ û ji bo Ocalan banga azadiyê kirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidxanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteyê terorê’ li Bexçeyê Serok Apo li geIiyê Kersê çalakiya konvedanê dabûn  destpêkirin.  Pêkhateyên Şengalê di roja 3’yemîn de bi hevra daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin û dan diyarkirin ku PKK’ê hêzekî parastina mirovahiyê ye û pêwîste navê  ‘terorê’ ji ser bê rakirin.

Di roja 3’yan de ji Nehiya Sinûn, Komlgeha Digurê û gundên sînor  ji pêkhateyên Ereb bi dehan kesî serdana konê çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de axaftin ji aliyê nûnerê sazî û rêxsitinên Şengalê ve hatin kirin û  daxwaza azadiya Rêber Ocalan  kirin.

Di serî de Endamam Komîta Diplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Sihma Dexîl  axivî.  Dexîl da diyakirin ku di fermana 3’yê Tebaxê de li ber çavê cîhanê ew di komkujiyê re derbas bûn, lê ti kes li wan xwedî derneket, ji bilî gerîla û şervanên Apoyî û got: “Ev   komkujiya di derheqê civaka Êzidî de hatî kirin li dijî exlaqê cîhanê bû, lê mixabin cîhan bê deng ma. Ê bê deng nema PKK bû.  Em di vir de didin diyakirin, hêza ku Êzidî ji qirkirinê rizgarkirin nabe wek hêzekî terorîst bê naskirin.”

Li ser navê Partiya Azadî û Demikratiya Êzdiyan (PADÊ) Hemid Bişar jî axivî û bal kişand ser çalakiyên ji derveyî welat ên ji bo azadiya Rêber Ocalan hatine lidarxsitin û got:“Hewqas hêz, welat û partiyên siyasî ji bo derxsitina PKK’ê ji lîsta reş di nava çalakiya dene, ev wê dide diyarkirin ku  di nava PKK’ê de  mirovahî heye. Eger  hêzekî terrorist ba wê hewqa piştigirî jêre çênebû. Amadebûna me  jî li vir ji bo  em piştgirî bidin wan çalakiya ne.”

Hevseroka Meclisa Gel a Digurê Edûl Şemo jî  got: “Piştî ku şagirtinên Rêber Apo mudaxilî Şengalê kirin û  bi hezaran keç û jinên me ji qirkirinê rizgarkirin, ji wê demê de her dice tecrîd li ser serokatî giran dibe. Bi tecrîdê dixwazin serokatî û gel ji hev qut bikin, lê bila baş bizanin wê tu kes nikaribe me û serokatî ji hev qut bike. Îro li cîhanê bi milyona kes xwe li ser vî fikrî birêve dibe.

Ji rêvberiya Meclisa Gundên Sînorî ê pêkhateyên Ereb Ebû Seqer jî axivî û got: “Şermeke mezine bi salane kesekî wek Ocalan di girtîhehê de be. Em jî wek pêkhateyên Ereb ê Şengalê dixwaz dikin, bi zûtirîn dem  Rêber Ocalan ji girtî gehê derkeve.   Em dibînin bi saya fikrê Ocalan li Şengalê demokrasî û pêkvejiyan her diçe zêde dibe. Tirsa dijmin jî eve.”