Çalakiya ji bo bîranîna şehîdên Heftanînê: 9 dagirker hatin cezakirin

Di Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de ji bo bîranîna gerîlayên şehîd çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de 9 dagirker hatin cezakirin û 11 dagirker jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt hatin lidarxistin. Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye:

GERÎLAYÊN YJA STARÊ 5 LEŞKER CEZA KIRIN

Di 9’ê Îlonê de saet di 15.15’an de hêzên YJA Starê li Girê Mûhabere yê qada Xanturê hin çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de li kozikeke dijmin a li ser gir hate xistin. Yek jê rayedar bi giştî 5 leşker hatin cezakirin, 7 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê da û piştre bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxist.

LEŞKERÊ DI KEPÇEYÊ DE ÎMHA BÛ

Di çarçoveya pêngava şoreşger de hêzên me di 11’ê Îlonê de saet di 08.30’an de li Girê Katosûlê ya qada Bektorya li dijî kepçeyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de kontrayê di nav kepçeyê de tevî kepçeyê îmha bû, 3 leşkerên li dorê hatin cezakirin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê da û piştre êvarî bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxist.

Ev çalakî ji bo şehîdên me yên qehreman ên di Cenga Heftanînê de hatiye lidarxistin.

2 GERÎLA ŞEHÎD BÛ

Di 11’ê Tebaxê de li Girê Şehîd Berxwedan a qada Xantûrê ya Heftanînê di çalakiyê de ya li dijî dagirkeran rêhevalên me Êrîş û Akîf ên ku derbên giran li dijmin xistin, di êrîşa hewayî de şehîd bûn. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre werin eşkerekirin.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBERDÛMAN KIR

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Artêşa Tirk a dagirker di 8’ê Îlonê de saet di navbera 10.00 û 12.30’an de derdora gundê Bazê ya Metîna bomberdûman kir.

Di 12’ê Îlonê de jî saet di 09.00’an de Geliyê Keşanê yê herêma Heftanînê bomberdûman kir.

Artêşa Tirk a dagirker hefteyek berê Geliyê Bektorya, gundên Rûsê û Şûdinê, bintarên gundên Sorya, Şîlan û Şinînê yên herêma Keşanê bi helîkopter, obus û hawanan bomberdûman kir. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi qadê ket û şewat didome.”