Çalakiya Aslan ê HDP'yî ji bo Heskîfê didome

Mehmet Alî Aslan ê HDP'yî ku ji bo Heskîfê 'çalakiya bi zincîrê' dabû destpêkirin, didome. Heyeta ku serdana Aslan kirin bang li raya giştî kirin ku xwedî li Heskîfê derbikevin.

Çalakiya bi zincîrê ya Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mehmet Alî Aslan a li dijî êrîşa AKP'ê ya tinekirina Heskîfê dabû destpêkirin, di roja 2'emin de ye.

Çalakiya Aslan a ku li Girê Kasr-i Rabî ya dayî destpêkirin, ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Her wiha polîsan şopandina rojnamevanan a ji bo çalakiyê ji asteng dike.

Serdanên ji bo piştgirî û şepandinê ya ji bo çalakiya Aslan didome. Piştî serdana rêveberên HDP û DBP'yiyan a sibê, şaxên TMMOB'ê yên Amed û Elihê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl a Êlihê çûn serdna Aslan.

'LI DIJÎ HOVITIYÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Li ser navê Platforma Demokrasiyê ya Elihê, Hevserokê Şaxê Egitim Sen a Êlihê Mehmet Necatî Dadak bal kişand li ser giringiya dîroka Heskîfê û wiha got: "Li dijî dagirkeriya Mogollan li ser piyan ma, lê bi Bendava Ilisû re wê dibin avê de bimîne. Bingehê qelê xiradikin. Tinekirina mîrasên dîrokî hovitiye. Pêwîste li dijî vê hovitiyê em dengê xwe bilind bikin."

Dadak bang li raya giştî kir ku xwedî li Heskîfê derbikevin.

Heyetê li cihê ku bi dînamîtan dihat hilweşandin Qelaya Darphaneyê lêkolîn kirin.