9 ciwan tevlî nava refên gerîla bûn

9 ciwanên din bi daxuyaniyekê tevlî nava refên gerîla bûn û banga afirandina cîhaneke hêja kirin.

9 ciwanan bi daxuyaniyekê ragihandin ku tevlî nava refên PKK'ê bûne.

Di daxuyaniya ciwanan de hat gotin,"Rêber APO di têkoşîna xwe ya 50 salî ya li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û zîhniyeta wê ya qirêj û bêexlaqî de rêya avakirina jiyana azad, wekhev û exlaqî nîşanî me da."

Ciwanan diyar kirin, ku jiyana azad a li çiyayan şêwaza jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin, "Gerîlayê azadiyê îro bi fedayî û têkoşîna ruhê Apoyî di nava têkoşîna şoreşgerî de bi pêş dikeve."

Ciwanan ragihandin ku gerîlayên azadiyê 45’emîn salvegera xwe bi lêdana derbên giran li faşîzma dewleta Tirk pîroz kirin û gotin, “Bi vê ruh û helwestê em ketine sala 46’an a Partiya Karkerên Kurdistanê û em weke ciwan radigihînin ku em ê tevlî refên vê partiya gerdûnî bibin."

Ciwanan anîn li ser ziman ku dixwazin tola 6 ciwanên ku 2 sal berê li Kobanê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a qirker de şehîd bibûn, hilînin û gotin, "Em ê tola van hevalan hilînin û xeyalên wan pêk bînin çekên wan li erdê nehêlin."

Di dawiyê de jî ciwanan diyar kirin ku ew ê bi hevrêyên xwe yên gerîla re mil bi mil li çiyayên azad jiyaneke azad û exlaqî bimeşînin û gotin, "Em ê xwe di bîrdozî û felsefeya Rêber APO de kûrtir bikin û Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê zêdetir tevkariyê li belavbûna vê fikrê bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan bang li hemû ciwanan kir ku tevlî nava refên gerîla bibin û gotin, "Werin jiyaneke rast bijîn û cîhaneke hêja ava bikin."