8 sal cezayê Bekîr Kaya hate qebûlkirin

8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya hate qebûlkirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yê ku dema li ser peywira xwe bû, hatibû destgîrkirin û qeyyûm li şûna wî hatibû peywidarkirin, 3 sal e girtî ye. 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê Bekîr Kaya hate qebûlkirin.

KAYA: VÊ SERDEMA DÎKTATORIYÊ WÊ BIQEDE

Kaya li dadgehê gotibû, “Tu hêviya min ji dadgehê tune. Ceza li min hatiye birîn an jî nehatiye birîn, qet ne li xema min e. Ez baş dizanim ku wê vê mexdûriyeta min bibe destkeftineke civakî. Biryara we çi be jî ne li xema min e. Ez înkar nakim ku çûme cenaze û ez bi serbilindî vî tiştî dibêjim . Wê ev zordestî û serdema dîktatoriyê biqede, teqez em ê bi ser bikevin.”