8 ji HDP û DBP'yiyên li Erdexanê hatin binçavkirin hatin girtin

8 ji rêveberên HDP û DBP'ê yên li Erdexanê hatin binçavkirin, hatin girtin

Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, 2'ê Mijdarê roja Pêncşemê li navenda Erdexan, gundê Hoçuvan ê navendê û navçeya Golanê avêtibûn ser malan û gelek HDP û DBP'yî binçav kiribûn. Ji binçavkiriyan Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Ozcan Yilmaz, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Mîkaîl Çît, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Golanê GuneyKaya, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Golanê Orhan Pala, alîkarê hevserokên bajêr Cengîz Kanmaz, rêveberê berê yê bajêr Bahattîn Akturk, Coşkûn û Zekî Yenî, Akîf Kanmaz û Yasîn Yilmaz piştî girtina îfadeya wan li emniyetê anîn edliyeyê. Dozgeriyê, der barê 10 kesên îfadeya wan hate girtin de axaftina bi rêya telefonê ya beriya referandûmê weke hincet nîşan da û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji bo bên girtin radestî dadgehê kir.

Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr jî di nav de 8 kesên derketin pêşberî dadgehê hatin girtin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Golanê Orhan Pala û welatiyê bi navê Zekî Yenî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Balkêş e di dema girtina îfeya li emniyetê de, Yasîn Yilmaz ji "propaganda rêxistinê" hatiye qeydkirin, lê dozgeriyê ew bi hinceta "endametiya rêxistinê" sewqî dadgehê kir û bi vî rengî da girtin.