7 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara DBP'yî birîn
7 sal ceza li Hevşaredar Petek Elyûsa Çapanoglu a DBP’ê birîn.
7 sal ceza li Hevşaredar Petek Elyûsa Çapanoglu a DBP’ê birîn.
Di rûniştina duyemîn a Dadgeha Cezayê Giran a 5. de 7 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Egîlê ya DBP'î hate birîn, ku beriya niha qeyûm anîbûn ser Şaredariya Egîlê.
Dadgehê bi hinceta ku ‘endamê rêxistinê ye’ 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Çapanoglu birî.
JI BER KU TEVLÎ MEŞAN Û DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ BÛYE
Çapangolu bi hinceta ku 2009-2014’an delegeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû û tevlî 18 daxuyaniyan çapemeniyê û meşan bûye bi hinceta ku ‘endama rêxistinê’ ye di navbera 7.5 û 15 salan de ceza jê re dihate xwestin.