7 sal ceza dane nûçegihanê DÎHA'yê
7 sal û 6 meh ceza dane nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan.
7 sal û 6 meh ceza dane nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan.
Dewleta Tirk bi hinceta ku ''endamê rêxistinê'' ye 7 sal ceza li nûçegihanê DÎHA'yê birî, ku Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) beriya niha hatibû girtin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê pêk hat.
Dolan dema Berxwedana Xwerêveberiyê li Sûrê ya Amedê ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên qirker dianî ser, li mala xaltiya xwe asê mabû, Dolan ê ku 79 rojan asê mabû, piştre hatibû girtin û 15 mehan li girtîgehê mabû .Dolan ji ber ku li derveyî welêt bû tevlî danişînê nebû.
Şandeya dadgeha Tirk bi hinceta ku ''endamê rêxistinê'' ye 7 sal û 6 meh li Dolan birî.