6 sal û 3 meh ceza li hiqûqnas Mehmet Emîn Aktar birîn

Li Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, bi hinceta karên xwe yên li nava KCD'ê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Rûniştina dozê ya bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ku bi hinceta di sala 2018’an de beşdarî çalakî û bernameyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûyîn hatibû kirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê bi hinceta Aktar beşdarî çalakiyên KCD’ê bûye, 6 sal û 3 me cezayê girtîgehê lê birî.

Aktar beşdarî rûniştina dozê nebû. Parêzerên wî Resûl Tamûr û Semra Balyan di rûniştinê de amede bûn. Bi hinceta şewba vîrûsa koronayê, destûr nehat dayîn ku kes rûniştinê bişopîne.
 
Parêzerê Aktar Resûl Tamûr, li dijî mutalaya dozger parastin kir. Tamûr, diyar kir ku ew parastinên xwe yên berê dubare dike û da zanîn ku delîlên di dosyeya muwekîlê wî de, ne li gorî rê û rêbazê hatine berhevkirin. Temûr, dest nîşan kir ku tu eleqeya axaftin û nivîsê maîlê yên muwekîlê wî, bi rêxistinê re tuneye û beraeta muwekîlê xwe xwest.    
 
Parêzer Semra Balyan jî, li dijî nêrîna dozger ev parastin kir: "Di guhdarkirina muwekîlê min û şopandina wî ya teknîkê de, bêhiqûqî heye. Delîlên bi vî awayî hatine girtin, nabe ku bên esasgirtin." Balyan, di dawiya parastina xwe de, beraeta muwekîlê xwe xwest.

Dozger mutalaya xwe ya berê dubare kir û xwest Aktar bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” bê cezakirin.

Dadgehê bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Aktar birî û û ji sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” jî biryara beraetê da.