5 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di şeran de 2 gerîla şehîd bûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên qedexekirî, 14 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kiriye.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê

Di 5’ê Mijdarê de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara di navbera hêzên me û hêzên dagirker ên di nav tevgerê de şer çêbû. Çapemeniya şerê taybet a dewleta Tirk a dagirker bi îdiaya ku di van pevçûnan de 2 kuştî û 2 birîndar hene, hewl dide derbeyên ku gerîlayan li dagirkeriyê daye, bi bi berevajîkirina rastiyan veşêre. Di van pevçûnan de hêzên me bi awayekî fedaî çûn ser dagirkeran. Di vê çalakiyê de 4 dagirker ceza kirin û 2 dagirker jî birîndar kirin.

Di van pevçûnan de hevrêyên me Şoreş û Nûjiyan yên ku bê tirs çûn ser dijmin, heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kirin, di şer de şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên nasnameya hevrêyên me Şoreş û Nûjiyan ên tevlî karwanê şehîdan bûne wê piştre were eşkerekirin.

11’ê Mijdarê saet 16:40’an de teqemeniya ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer ên Şehîd Dogan ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê amade kiribûn, ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.

11’ê Mijdarê saet 23:00’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê tîmên me yên gerok ve bi taktîka sûîqestê hatiye li dagirkeran dane û li vir dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

10’ê Mijdarê saet 12:30’î li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dane.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Maraş de;

11’ê Mijdarê saet 09:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 11’ê Mijdarê de çeperên şer ên Şehîd Yunus ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran, çeperên şer ên Şehîd Sîpan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, carek jî çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi bombeyên qedexe hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 11’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 14 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 11’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Saca, Çemço, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di 11’ê Mijdarê de artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkeriyê li Qadên Berxwedanê ya Şehîd Adil û Şehîd Fedakar çêkirina rêyan didomîne.”