5 girtiyên din ketin greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger

5 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Amedê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin. 

5'ê Çileyê 5 girtiyên siyasî yên bi navê Recep Bal, Firat Ertunç, Adnan Yîgîttekîn, Faruk Akbay û Mazlûm Dîlek jî li Girtîgeha Tîpa T a Amedê dest b greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Girtiyê bi navê Necatî Çepik ê 11'ê Çileyê ji Girtîgeha Tîpa T a Amedê serbest hate berdan agahî bi ajansa me ANF’ê re parve kir. 

'GIRTIYÊN KETIN GREVÊ TENÊ BANGA OCALAN ESAS DIGIRIN'

Çepik da zanîn, tecrîda girankirî ya li Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin, bandora xwe li ser tevahiya Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye û wiha axivî: "Tecrîdkirina Rêber Apo sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd îzolasiyon û êşkence ye. Bi tecrîdê dixwazin civakê dîl bigrin. Ne tenê Rêber Apo tê tecrîdkirin. Gelên Rojhilata Navîn hemû tê tecrîdkirin. Tecrîdkirina Rêber Apo bandorê li tevahiya girtîgehan dike. 5 hevalên me yên bi navê Recep Bal, Firat Ertunç, Adnan Yîgîttekîn, Faruk Akbay û Mazlûm Dîlek ji bo piştevaniya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven, ji 5'ê Çileyê û vir ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Hevalên me yên di çalakiyê de ne bi daxwaza ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe, çalakiya xwe bidomînin."

'LI GIRTÎGEHÊ DI ASTA HERÎ GIRAN DE MAFÊN MIROVAN TÊN BINPÊKIRIN'

Çepik bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Amedê û wiha got: "Girtîgeha Tîpa T a Amedê berî 7 mehan ketiye dewrê. Ji ber girtîgeh nû ye, di sîstema germkirinê de pirsgirêk heye. Wekîn din rêveberiya girtîgehê girtiyan nabin revîrê û bijîşk li girtiyan nanêre. Her wiha bi ti awayî pirtûkên Kurdî bi hinceta wergervan tineye destûr nadin bikeve girtîgehê. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Ava germ li girtîgehê tineye û dema ava germ didin jî ji bo çend saetan ji bo 180 girtiyan avê vedikin. Ya herî girîng jî Midûrê Girtîgehê yê bi navê Muharrem Kazan gefan li girtiyan dixwe. Cezayê keyfî yê rêzkariyê didin girtiyan. Ji ber cezayê keyfî zêdetirî du mehan ez zêde li girtîgehê hatim girtin. Tenê ne ez li ser tevahiya girtiyên tên berdan ev sîstem tê meşandin."