5 gerîlayên ku li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 5 gerîlayên ku di şerê meha Îlonê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 5 gerîlayên ku di şerê meha Îlonê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. HPG ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha got: “Ew bûn rêwiyê serkeftina berxwedana bi rûmet.”

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate gotin: “Dîroka ku nû li Kurdistanê hate nivîsîn “Ewqas ji jiyanê hes dikin ku di oxira wê de canê xwe dikin qûrban” gihişte bi milyonan, şehîdên me yên bi fedayane ku bi şîara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ku tirs û xof xiste hiş û dilê dijminan ku gotin “Çi Dibe Bila Bibe Wê dawî Bi Heybet Be” ber bi rêya şehadetê ve beziyan. Em di pêvajoyek bi rûmetê ku “Em serî natewînin; em nakevin ser çokan; em ê li ber xwe bidin” ku şahidî ji serkeftinê re kiri. Li ser bingehê vê têkoşîna dîrokî şehîdên di vê oxirê de têkoşîn kirin, 5 gerîlayên xwe bibîr tînin.”

Di daxuyaniyê de têkildarî gerîlayên ku li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dane ev agahî parvekirin:

Hevrê Reşît (Harûn Yaşar), Şerzan (Metîn Kûrbogan), Şevhat (Şervat Kazma), Tîrêj (Remezan Ercan) û Abdullbakî Ayşîn (Yilmaz) ên ku ji Riha û Amedê beşdarî refên têkoşînê bibûn, di têkoşîna sala 2016’an de li Colemêrgê li beramberî erka xwe ber bi rêyekî fedayî ve meşiyane, li pêşberî dijmin şerekî bê eman dan meşandin.

Her 5 hevriyên em li ser koka dîrokî ya welatparêziya Kurdistanê bi çanda berxwedanê ve mezin bûne, bi ruhê milîtanên Apoyi li dijî leşkerên artêşa Tirk a mêtînger û dagirker di encama operasyonekê ya li Colemêrgê di meha Îlonê de şehîdbûne.

Em li pêşberî şehdeta heviyên xwe Reşît, Şerzan, Şevhat, Tîrêj û Yilmaz soza ku erka wan dewrî me kiriye di têkoşîna berxwedana sala 2017’an de bigihînin serkeftinê.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Reşît Mîrxan

Nav û Paşnav: Harûn Yaşar

Cihê Jidayîkbûnê: Riha

Navê Dayîk - Bav: Hanim - Heşman

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg/ Îlona 2016

***

Nasnav: Şerzan Dersim

Nav û Paşnav: Metîn Kûrtbogan

Cihê Jidayîkbûnê: Riha

Navê Dayîk - Bav: Miyaset - Ahmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg/ Îlona 2016

***

Nasnav: Şevhat Amed

Nav û Paşnav: Şevhat Kazma

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dayîk - Bav: Hamide - Akif

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg/ Îlona 2016

***

Nasnav: Tîrej Kawroj

Nav û Paşnav: Ramazan Ecer

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dayîk - Bav: Şadiye - Fadîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg/ Îlona 2016

***

Nasnav: Yilmaz Sîpan

Nav û Paşnav: Abdulbakî Ayşîn

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dayîk - Bav: Remziye - Bûrhan

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg/ Îlona 2016