45 sal in gaza karbondîoksîtê wan jehrî dike

Piştî erdheja li Ebexê di binê erdê de gaza karbondîoksîtê çêbûbû, ev gaz li ser tendirustiya Taxa Beyazitê gefeke mezin çêdike.

Li Ebexa Wanê di sala 1976’an de piştî erdhejê bêhna pîs dest pê kiribû û di çar salên dawîn de li ser tendirustiya taxê gefeke mezin e.

Li Qelqelî û Ebexa Wanê di 24’ê Mijdara 1976’an de bi pîleya 7,5 erd hejiyabû, 3840 kes miribûn. Piştî erdhejê ji ber ku xebatên alîkariyê dereng hatibûn şandin, gelek kes qefilîbûn.

45 sal ji ser erdhejê derbas bû lê bandora wê hê jî didome. Li Taxa Beyazitê ya Ebexê gaza karbondîoksîtê li ser tendirustiya şêniyên taxê gefeke mezin e. Di 4 salên dawîn de ji ber ku gaza metanê jî zêde bûye, şêniyên taxê li benda çareseriyekê ne. Di sala 2019’an de rayedarên Midûriyeta Teknîk û Lêgerîna Kanê hatibûn raporek amade kirin û diyar kiribûn ku ev gazeke jehrî ye. Lê jê jî tu tevdîr nehatiye stendin.

JI BÊHNA PÎS EM NIKARIN LI MALÊ RÛNÊN

Zubeyde Trak a ji taxê got ku “Piştî erdhejê bêhna kukurtê çêbû û ji sala 1976’an û vir ve ev bêhn heye. Li ser wê avahî çêkirin, me gelekî li ber xwe da ku bila neyê çêkirin lê rayedaran bi ya me nekirin. Di mehên zivistanê de ji ber sar û sermaya tund em li Ebexê ji ber bêhnê nikarin li malê rûnên.”

RAPOR HEYE LÊ TU TEVDÎR NAYÊ STENDIN

Hakan Yildiz ê ji wê taxê jî diyar kir ku piştî erdheja Ebexê bêyî lêkolîn hema xanî hatine lêkirin û got, “Rayedaran di raporên xwe de diyar kirin ku ev rewşeke xetere ye lê tu tevdîr nehate stendin. Ji ber vê bêhnê em nikarin heywanan xwedî bikin û nikarin tiştekî biçînin. Tendirustiya me roj bi roj xerab dibe.”

DIBE KU BITEQE

Endamê Odeya Endazyarên Kîmyayê Umît Can derbarê meseleyê agahî da û diyar kir ku gaza metanê ya li ser xeta fayê ya erdhejê dibe ku biteqe jî. Can got ku, “Ev bêhn û çalên kanalîzasyonê dibin sedema gaza metanê û bêhna kukurtê tê. Ev dibe sedema nexweşiyên wekî KOAH’ê. Şêniyên li wir serî li me dan, em ê di vî warî de xebatên pêwist bikin.”