4 rêveberên DBP'yî hatin girtin

Li navçeya Sêwereg a Rihayê 4 rêveberên DBP'ê hatin girtin.

Rejîma AKP-MHP'ê ku dike nake nikare gelê Kurd teslîm bigire, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne.

8 rêveberên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ku 20'ê Sibatê li navçeya Sêwereg a Rihayê hatin binçavkirin, piştî girtina îfadeya li emniyetê derxistin pêşberî dadgehê. Rêveberên DBP'ê Abdullah Akdogan, Tahsîn Yoldaş, Cengîz Yoldaş û Kamîl Devebakan bi bahaneya parvekirina li medya civakî bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hatin girtin.

4 rêveberên din jî 'bi şertê kontrola edlî' hatin berdan.