35 girtî hatin sirgunkirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 35 girtî sirgunî girtîgehên cihê hatin kirin.

Hat hînbûn ku nêzî 35 girtiyên siyasî ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê diman, di destê sibê de sewqî girtîgehên cuda hatine kirin. Nehat zanîn ku girtî sewqî kîjan girtîgehan hatine kirin. 

Di 23’ê Cotmehê de ji ber girtî li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, li dijî hejmartina ser piya û pêlêkirina gardiyanan a cihê nimêjê derketibûn, rastî êrişa fizîkî ya gardiyanan hatibûn. Di encama êrişê de bi dehan girtî ji difin, dest û serê xwe birîndar bûbûn. Hat diyarkirin ku girtiyên hatine sewqkirin bêyî ku bibin nexweşxaneyê hatine sewqkirin.