'Sala 2021 wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêbertî'

Ji fermandarên HPG'ê Cengîn Welat li ser salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û anî ziman ku komplo bi tecrîdê dewam dike. Cengîn Welat got, "Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin."

Ji fermandarên HPG'ê Cengîn Welat, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 22'an de nirxand û anî ziman ku komplo bi tecrîda li Îmraliyê dewam dike. Welat diyar kir ku Ocalan ji bo Kurdan sedema hebûnê ye û got, "Bi destpêkirina tevgera PKK'ê û tespîta Rêber Apo ya li ser pirsigrêka Kurd re ku digot 'Kurdistan mêtingeh e' komploya navneteweyî jî kete dewrê. Hêzên emperyalîst, kapîtalîst û dagirker li dijî hebûna Kurdan ketin nava liv û tevgerê.

Hêzên mêtinger û dagirker ên navneteweyî ji sala 1996'an ve li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo komployan dikin."

KOMPLO NEGIHÎŞT ARMANCA XWE

Cengîn Welat bal kişand ser êrişên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ku zêde bûne û got, "Dijmin çima ewqasî bi tundî êriş dike? Ji ber ku hêza PKK'ê bi pêşengiya HPG'ê ava dibe. Mînak; eger hûn pisîkekê tengav bike heta jê bê wê êriş bike. Dewleta Tirk niha di vê rewşê de ye. Dewleta Tirk a ku di komployê de israr dike wê teqez hilweşe. Hêzên azadiyê bi sedan sal in têk neçûne. Ji destpêka dîrokê ve ji ber dijberiya li jinan û gelê Kurd bi dehan dewlet hilweşiyan, tune bûn, lê gel li ser piyan ma. Gelê Kurd ê azadîparêz, wekhevîparêz û demokratîk wê timî li ser piyan bimîne û dema bê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike."

Ji fermandarên HPG'ê Cengîn Welat bi bîr xist ku di salvegera 22'an a komploya navneteweyî de li zindanan greva birçîbûnê bi rê ve diçe û got, "Li ser şopa Hakî Karer, Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûşan wê komployê têk bibin. Komplo ji aliyê îdeolojîk ve têk çûye û Rêber Apo jî anî ziman ku komplo negihîştiye armanca xwe. Sala 2021'ê wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêbertî."