20 ciwanên Wanê di nava salekê de li înşaetan mirin

Hefteya dawî 3 karkerên din ên înşaetê yên ji Wanê li bajarên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî hejmara karkerên Wanê yên di nava salekê de mirin bû 20 kes.

Ji ber polîtîkaya aboriyê ya AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê, ciwanên Kurd ji neçarî berê xwe didin metropolên Tirkiyeyê û di karên giran û ne ewle de dixebitin. Piraniya mirovên di karên wiha de jiyana xwe ji dest didin ev ciwanin.

Ciwanên Kurd ji bo karê înşaetê diçin Stenbol, Enqere, İzmir, Kocaelî û bajarên mîna wan. Ji ber ku di kar de ewlehî û kontrol nîne, dibin qurban. Bi mehan ji malbata xwe dûr dikevin, li xerîbiyê dixebitin û ya bi rengekî seqet ya jî di darbestan de digihêjin malbatên xwe.

Yên ji bo karê çandiniyê bi rê dikevin jî gelek ji wan di qezayên trafîkê de bi rengekî komî jiyana xwe ji dest didin. Li Derya Reş jî Kurdên ku ji bo karê findeq û çay diçin, dibin hedefa êrîşên faşîst.

Dema ku sezona înşaet û çadiniyê dest pê dike, bi sed hezaran kes ji bajarên Kurdistanê berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê. Her sal bi sedan Kurd di karên wiha de jiyana xwe ji dest didin. Vê hefteya dawî jî 3 ciwanên ji Wanê dema karê ne ewle û giran dikirin jiyana xwe ji dest dan.

Yakup Öztan ê 30 salî yê ji Qelqelî ya Wanê, du zarok û hevsera xwe li pey xwe hişt û ji bo kar bike berê xwe da Adapazarı. Lê belê ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da. Suat Kulp ê 22 salî yê ji navçeya Bêgir a Wanê, bi heman rengî jiyana xwe ji dest da. Kulp ji qatê 6'an ê înşaeta lê dixebitî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Sıddık Atabay ê ji gundê kel ê navçeya Ebexê li navçeya Esenyurt a Stenbolê ji înşaeta lê dixebitî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

ÇEND JI CIWANÊN WANÊ YÊN DI NAVA SALEKÊ DE DI KAR DE JIYANA XWE JI DEST DAN

Îsal 20 ciwanên ji Wanê ji înşaetê ketin xwarê û jiyana xwe ji dest dan. Çend ji ciwanên Wanê yên ku di dema kar de jiyana xwe ji dest dane:

19'ê Kanûna 2017: Dilovan Ateş (20) ê ji navçeya Erdîşê, dema li Orduyê dixebitî ji înşaetê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

5'ê Îlona 2017: Cihan Bulut (23) ê ji Güzelsu ya Wanê ku li Sancaktepe ya Stenbolê dixebitî ji qatê 11'an ê înşaetê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

18'ê Cotmeha 2017: Tugay Yurdal ku di înşaeteke taxa Körfez/Yavuz Sultan Selim de weke hostayê mermerê dixebitî, ji qatê sêyemîn kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

19'ê Tebaxa 2017: İbrahim Deniz ê 28 salî ku ji bo bixebite ji Erdîşê çû Stenbolê, ji înşaeta lê dixebitî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

22'ê Mijdara 2017: Bavê 4 zarokan Ercan Topuz ê ji taxa Salahane ya navçeya Ebex a Wanê, dema li Enqere/Keçiörenê li qatê herî jorê yê avahiya ji 5 qatan dixebitî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

25'ê Tebaxa 2017: Caner Ege (19) ê ji Wanê, li Bursayê li înşaeta ku dixebitî ji ber teqîna makîneya sewaxê jiyana xwe ji dest da.

14'ê Çileya 2017: Faruk Çakan ê ji Wanê, ji înşaeta lê dixebitî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.