'2 leşker li Agiriyê hatin kuştin'
Tê gotin ku li Bazîdê di şer de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.
Tê gotin ku li Bazîdê di şer de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeyên medya Tirk, li navçeya Bazîd a Agiriyê roja Înê piştî nîvro di navbera hêzên gerîla û leşkerên Tirk de şer derket.
Di vî şerî de 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî gotin, gelek ambûlans çûne herêma şer lê derket.
HPG'ê li ser şerê li Bazîdê hê daxuyanî nedaye.