18 salan nikarîbû çalên komkujiya dewleta Tirk bigirin

Kendakolaya li Bradostê beriya 18 salan ji aliyê balafirên şer ên Tirk hate bombekirin û di encamê de bi dehan mirov hatin qetilkirin.

Kendakolaya ku bi balafirên pêşketî hat bombekirin, ji aliyê ti deverên pêşketî yê cîhanê ve nehat bihîstin, ne jî ji televîzyonên wê yên teknolojiya pêşketî ve nehat temaşekirin. Li vir, ew roj bi dehan mirov bêdeng hatin kuştin. Bombeyên pêşketî ne pitikên ku di pêçekan de razayî ne jî çavên saf, merakdar ên din nas kirin. Ji bo dewleta Tirk, ev bû yekbûna Kurdan.

Têkildarî mijarê yek ji şahidên bûyerê Şerzad Ezîz ji ajansa me ANF’ê re axivî, diyar kir ku di 15’ê Tebaxa 2000’an de, saet 4.30’ê danê êvarî, balafirên şer ên Tirk hatin li Kendekola dan û got; “Li Kendakolayê 70 mal hebûn. Ne bawer im ku 10 jê rizgar bibin. Dar, ber, bî, çinar ti tişt nema. Di nav nîv saetê de 32 kes kuştin. 25 kes birîndar bûn. Heta nimêja mexrebê xelkê nikarîbû ji ber wan balafirên Tirkan tu kesî ji vir derxînin. Hê jî yên ji ber van êrîşan seqet mayî hene.”

Ezîz, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên li qada Bradostê, qetlîamên wê yên heta sala 2003’yan bi bîr xist û got; “Balafirên dewleta Tirk dîsa sala 2003’an lê dan û 12 kes qetil kirin. Ji ber dewleta Tirk, li van deran karesatên mezin wisa rû dan. Heta niha jî li ser me bombeyan dibarînin, daristanên me dişewitînin.”

Şerzad Ezîz, ragihand ku di êrîşê de jinbira û biraziyekî wî jî hatine qetilkirin û wiha axivî: “Xizan kuştin, jin û zarok kuştin. Keysa xwe li me dît. Di nav me de PKK’yî nebûn. Hemû koçer bûn, zom bûn, xelkê vê derê bûn.”