15 sal ceza ji bo Hevşaredar Nazlier re hate xwestin

Ji bo Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier 15 sal cezayê girtîgehê hate xwestin.

Lêpirsîna li ser Hevşaredara Karazê ya Amedê Rojda Nazlier ku 20'ê Cotmehê li Amedê hatibû destgîkirin û piştre hatî girtin, temam bû. Ji bo Nazlier îdîaname hate hazikririn û ji 7 sal 6 mehan hate bi 15 salan ceza jê re hate xwestin.

Di îdîanameyê de ku ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Amedê ve hatî hazirkirin, îfadeyên şahidên veşartî jî bal kişande ser xwe.

Balkêş e ku Ercan Tucî yê bi nasnav Zerdeşt û Emrah Budak ê bi nasnav Canfeda Agirî ku ji Yasaya Poşmaniyê sûd wergirtin, beriya ku Nazlier were destgîrkrin bi 13 rojan, 8'ê Cotmeha 2019'an li Serdozgeriya Komarê ya Amedê îfade dane. Her wiha diyar bû şahidekî dî yê veşartî dema ku Rojda bi daxwaza ku hatî girtin îfade daye.

NEWROZ Û TAZIYE SÛC HATE DÎTIN

Di îdîanameyekê de tevlêbûna Rojda ya li Newrozê, çûna ser sersaxiya Zulkuf Gezen ku dema çalakiya girêva birçîbûnê çalakiya fedayî kirî û her wiha tevlêbûna wê ya li bernameya li ber avahiya bajêr a partiyê ya têkilî encamên hilbijartinê 'sûc' hate dîtin.

Hate xwestin ku Nazlier ji 7 sal û 6 mehan hate bi 15 salan were cezakirin.