‘15’ê Tebaxê roja vejînê ya gelên Rojhilata Navîn e’’

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel: . Vê berxwedana ku 35 sal in bênavber didome,  îro li Rojhilata Navîn di warê têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzma demokratîk te berhemên girîng daye.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkilî salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyanî da û got, ‘’ Em Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê bi baweriyeke mezin, biryardarî, tecrubeyeke mezin û danheveke dîrokî dikevin sala 36’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistane li hemberî hemû êrîşên pergala faşîst a AKP, MHP û Ergenekonê li ber xwe daye û wê derbên giran li vê mêtingeriyê bide. ‘’

Fermandariya Birrgeha Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniya xwe de wiha got:

‘’Pêngava bi nav û deng a 15’ê Tebaxê ku li dijî înkar, îmha û qirkirinê ya li ser xaka Kurdistanê, ku xaka Kurdistanê ji geşedana dîroka mirovahiyê re bûye dergûş û xwedî tecrûbeya çanda herî qedîm a herêma Rojhilata Navîn e,ji bo gelê me bûye mîlat. Li ser navê hemû hêzên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, salvegera 35’an û cejna vejînê li Rêber Apo ku di vê pêngava dîrokî de xwedî keda mezin e, pîroz dikin û em dixwazin hurmeta xwe û dilsoziya xwe bînin ser zimên. Salvgera vê pêngava dîrokî ku destpêka vejînê ye, cejna vejînê li hemû gelê xwe, li gelên herêmê, li malbatên me yên hêja ên şehîdan, li hemû hevrêyên xwe pîroz ikin. Di şexê hevrê fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de, em hemû şehîdên xwe yên leheng ku xwedanê rastîn ên vê roja pîroz in û bi lehengiya xwe mohra xwe li dastana dîrokî dane, bi bîr tînin û em sond dixwin ku em ê têkoşîna armanca wan a mezin, Kurdista azad, Rêbertiya azad û Rojhilata Navîn geş bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.

15’Ê TEBAXÊ LI DIJÎ POLÎTÎKAYA BÊNASNAMEKIRINÊ BERSIVEK E

Ji bo gelê Kurd ku di bin siyaseta dilneşewatî a jenosîdê de diferfitî, Pêngava 15’ê Tebaxê ne tercîhek lê divêtiyek bû. Hewcehiyeke mirovbûnê bû û berdêla xwe çi dibe bila bibe rawesta li ser mirovabûnê bû. Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê, li dijî qirkeriyê, li dijî bênasnamekirina ku ji hêla hêzên mêtinger ve dihate ferzkirin, li dijî înkar û tinekirinê xwedîderketina li rasteqîniya mirovahiyê , pêngaveke şoreşger û serhildanek e. Her wiha, Pêngava 15’ê Tebaxê ku serhildaneke li dijî zincîra koledariyê ya di hişê Kurd de ye, vîna ku hesab bi mêtingeriyê re bibine, bi dîroka xwe re li hev bibine, hebûna xwe biparêze û nasnameya xwe azad bike, çêkiriye. Pêngava 15’ê Tebaxê ku mîna pêngaveke civakî ya dîrokî geş bûyî, bûye berxwedana herî rewa ya ku pê hebûna gelê me were parastin û azadiya wê were bicihanîn. Ev çalakiya azadiyê ya dîrokî ku li ser vîna xwe û hêza xwe ava bûyî, gelê Kurd a bi arinca mirinê dîsa vejandiye û di dîroka gelê Kurdistanê de bi renge Cejna Vejînê cihê xwe girtiye.

Giyanê 15’ê Tebaxê ku ji guleya pêşî û vir ve li hemû parçeyên Kurdistanê rayê xwe berdayî û her ku çûyî mezin bûyî, li hemû Kurdistanê bûye rawesta têkoşînê. Giyanê 15’ê Tebaxê biryardarî û rihê têkoşînê ya hevrêtiya rast a bi Rêber Apo re, dilsoziya bi şehîdên me yên leheng re ye û serfirazkirina gelê Kurd e. Heta niha li gel hemû dijwariyan , êrîşan, êşan û astengiyan ev 35 sal in giyanê têkoşînê ye. Giyanê pêngava 15’ê Tebaxê ku tevlêbûna bi fedaî ya li ser xeta Rêber Apo ye, sîsika şêwaza berxwedêriya têkneçûyî û meşa ber bi serfiraziyê ye,  heta ku yek milîtanê PKK’ê , yek jina Kurd hebe, yek ciwan û yixtiyar û zarokê Kurd hebe wê tim bijî. Ne pêkan e ku ev rihê azadiyê yê ku ra û rîşalên xwe berdayî ji xaka Kurdistanê, ji nav civaka Kurd ji ra were hilqetandin û avêtine. Rasteqîniya Rêbertî, rasteqîniya PKK’ê û rasteqîniya 15’ê Tebaxê,  ji rasteqîniya berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê ku îro gihaye bi milyonan, ji bo serhildana azadiyê ya jinên Kurd, ji bo ciwanên Kurd bûye mewziyên parastinê.

15’Ê TEBAXÊ GIHA HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ

Ev pêngava dîrokî ku li dilê Kurdistanê Botanê geş bûyî, bi xwe re pergaleke nû ya ramanê, şêwaza nû ya têkoşîna jiyana nû û giyanê wê bi hemû rasteqîniya xwe derxistiye holê. Giyanê 15’ê Tebaxê ku li dijî koledariyê serhildanek e her ku çûye berfireh bûye, xwe gihaniye hemû parçeyên Kurdistanê. Hêza ku Pêngava 15’ê Tebaxê afirandî û giyanê berxwedaniyê ya ku bi xwe re çêkiriye karîgeriya xwe li Kurdistanê nîşan daye û di Têkoşîna Azadiya Kurd de, bi pergala ramanê ya şoreşger a hevdemê re kiriye yek. Şoreşa ramanê ku li ser vê zemînê geş bûyî, bi ber xwe şoreşa civakî jî geş kiriye û di xeta azadiyê ya jinê de rasteqîniyeke nû derxistiye  hole.

Ev berxwedana ku 15’ê Tebaxa 1984’an li Bakurê Kurdistanê hatî destpêkirin, hemû parçebûnên li nav civaka  Kurd daye aliyekî, nêzîkatiyên herêmîtî, mezhebi û êlparêziyê li ser xeta neteweya demokratîk gihandiye hev. Ev rabûna mezin û ji kûr ve a 15’ê Tebaxê perspektîfa gelê  Kurd a dahatuyê daniye holê û stratejiya gelê Kurd afirandiye û xurt kiriye. Ji ber vê jî, gelê Kurd îro li bûye aktorekî girîng ê têkoşîna demokratîk, şoreşger a Rojhilata Navîn û bûye hêzeke ku zorê li deriye şoreşa herêmî bike.

Li hemberî pergala cûntayê ya 12’ê Îlonê Pêngava 15’ê Tebaxê ya wekî têkoşîna demokrasî û azadiyê pêk hat, li hemberî sazîbûna pergala cûntayê ya faşîst ji têkoşîna gel û kedkaran re bûye derfetek û rê li ber têkoşîna şoreşger vekiriye. Giyanê 15’ê Tebaxê qirkirina li ser Kurdistanê parçe kiriye û li hemberî sazîbûna wê di pergala TC’yê de kunên mezin vekiriye û rê li ber vî tiştî vekiriye ku wesayeta artêşê ya li Tirkiyeyê têk biçe. Vê berxwedana ku 35 sal in bênavber didome,  îro li Rojhilata Navîn di warê têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzma demokratîk te berhemên girîng daye. Li Rojhilata Navîn a ku şerê cîhanê ya sêyemîn didome, gelê Kurd heke wekî hêz û îradeyekê derketibe ser dika dîrokê û li hemberî hemû komployên mêtinger bûbe şoreşa Kurdistanê ev bi saya ruhê 15’ê Tebaxê, afirandina Rêber Apo, hewldan û formasyona wî ya îdeolojîk  û bi saya berxwedana destanî yên şehîdên me yên qehreman pêk hatiye.

EM BI TECRÛBEYEKE MEZIN DIKEVIN SALA 36’AN

Pergala dewleta Tirk a ku dixwaze destkeftiyên gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn ji holê rake, bi çeteyên wekî AKP, MHP, Ergenekona û El Kaîdeyê li hemberî gelê Kurd êrîşeke faşîst a qirker daye destpêkirin. Dewleta Tirk a dagirker şoreşa Rojava di serî de hewldanên xwe yên dagirkirina Kurdistanê didomîne û êrîşî destkeftiyên gelê me dike. Ev êrîşên faşîst ên qirker bi berxwedanên Mexmûr, Şengal, Kerkûk û Kobanî yên di sala 2014’an de hatiye pûçkirin. Derketiye holê ku pêngava 15’ê Tebaxê  ne bi tenê ji bo Kurdistanê, ji bo parastina hemû Rojhilata Navîn e jî.

Em Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê bi baweriyeke mezin, biryardarî, tecrubeyeke mezin û danheveke dîrokî dikevin sala 36’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistane li hemberî hemû êrîşên pergala faşîst a AKP, MHP û Ergenekonê li ber xwe daye û wê derbên giran li vê mêtingeriyê bide. Li ser xeta xweavakirinê ya gerîlayên Kurdistanê û li ser tarza şer wê xwe bispêre giyanê pêngavê yê rêheval Egîd, wê hêza lêdanê ya gerîlayên Kurdistanê xurt bike û gelê me biparêze. Di vê qonaxa dîrokî de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, bêyî ku were nîqaşkirin wê li ser xeta Rêber Apo helwesta xwe nîşan bide, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê wê di pozîsyona herî aktîf û çalak de be û wê meşa xwe ya serfiraziyê bidomîne.

Li ser vî esasî di sala 36’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi şîara ‘Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad’ wê li ser tecrubeya berxwedana destanwerî ya ku bi Fermandar Egîd dest pê kir û heta bi hezaran şehîdên me yên wekî Erdal (Engîn Sîncer), Adil Bilikî, Nûda Karker, Reşît Serdar, Huseyîn Mahîr, Mehmet Goyî, Nûjîn Gevda, Berçem Cîlo, Delal Amed, Azad Sîser, Dogan, Çetîn, Cûma, Çiyager, Welat, Rûbar, Baran, Atakan, Zekî, Şevîn, Sara û Helmet û bi helwesta fedaî, em diyar dikin ku wê bi tarza şerê serdema nû û bi gerîlatiya profesyonel bighînin qonaxeke nû.

Di vê qonaxa girîng a dîrokê de, di sala 36’emîn a têkoşîna me ya gerîlatiyê de em bang li ciwan, jin û mêrên Kurdistanê dikin ku bila hêzê bidin vê têkoşîna pîroz û tevlî nav refên gerîlayan bibin. Em careke din Cejna Vejînê ya hemû gelê me û rêhevalên me pîroz dikin û serkeftinê ji hemû hêzên têkoşer re dixwazin.’’