'15'ê Tebaxê ji bo mirovên Kurd vejîn û cejn e'

Yûsûf Aslan: 15'ê Tebaxê teqandina guleya yekemîn e. Êdî miletê Kurd dibêje; Em ê li hemberî dijmin rahêjin çekan û li ber xwe bidin. 15'ê Tebaxê ev cesaret da gelê Kurd.

Ji fermandarên HPG’ê Yusuf Aslan di salvegera 34’emîn a 15’ê Tebaxê de di şexsê Fermandarê 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî. Cejna vejîna Kurdan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û gelan pîroz kir. Aslan di dewama axaftina xwe de got; "Di dîroka me de 15’ê Tebaxê bi şiklekî rêxistinî, leşkerî, cesaret û fedakarî ji miletê Kurd û hemû mirovahiyê re pêşengtî kirine. Ji ber vê yekê em dibêjin 15'ê Tebaxê ji bo me cejn e. 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e, zindîbûna gelê Kurd e. Herkes dibêje; 15’ê Tebaxê teqandina guleya despêkê ye û du alî tê nirxandin. Ya yekemîn; miletê Kurd beriya 15’ê Tebaxê li Kurdistanê Kurd nikare xwe biparêze, parastina xwe şikestiye. Partiyeke xwe nîne. Fikr û felsefeyeke xwe nîne. Tirs serdest bûye, dagirkeriyê xwe li Kurdistanê bi cih kiriye. Du esker tên, li hemû gundan, hemû cihan, hemû wargehan digerin û însanên Kurd êşkence dikin. Guleya yekemîn a 15’ê Tebaxê vê dişkîne. Êdî gelê Kurd dibêje; li hemberî dijmin em tirsa xwe dişkînin. Em ê li hemberî dijmin rahêjin çekê, em ê li dijî wê li ber xwe bidin û têbikoşin. 15'ê Tebaxê vê cesaretê dide gelê Kurd. Ya duyemîn; rêyek ji bo gelê Kurd vedibe. Xeta parastina rewa vedibe. Tu dikarî xwe bi aliyê leşkerî ve biparêze, bi çek biparêze. Tu dikarî xwe bi fikrên xwe, bi rêxistin biparêze. Êdî tu bêhêz nîne. Yên ku ji bo te şer dike hene. Yên ku li hemberî dagirkeriyê têdikoşin hene."

15'Ê TEBAXÊ TOLHILDANA 14'Ê TÎRMEHÊ YE

Aslan behsa du aliyê 15’ê Tebaxê kir û got; "Fîşeka 15'ê Tebaxê di mêjiyê dijmin de diteqe. Di aliyên din de di mêjiyê Kurd de diteqe. Ji bo însanên Kurd vejîn e, cejn e, çêbûn e. Ji bo dijmin jî derxistina ji Kurdistanê ye, rawestandina êrîşan e.

Li hemberî 12'ê Îlonê darbeya ku li Tirkiyeyê çêbû berxwedaneke mezin li zindana Amedê çêbû. Di wê demê de hemû şoreşger kirin zindanê, çepger, rastger, olparêz. Di nava civakê de kê li ber xwe dida dihatin tepisandin. Berxwedana 14’ê Tirmehê çêbû û ev berxwedan bû bersiva dagirkeriya Tirk. 15'ê Tebaxê di heman demê de tolhildana heval Xeyrî, Kemal Pîr û Mazlum Dogan e. Mirov dikare bibêje; 15’ê Tebaxê tolhildan e. Tolhildana hemû însanên bindest girtin e. Dîsa ji bo însanên demokrat, rewşembîr pêşengtî kirine. 15’ê Tebaxê li hemberî dagirkeriya Tirk bersivdayîn e. Kenan evren digot, me her der tepisandiye, me kes nehiştiye. Tenê sê çar kes mane. Em ê wan xilas bikin. Wê Kurdistan hemû bikeve destê me.” 15’ê Tebaxê ev ruxand. Ji me re nîşan da ku Kurd nemirine, jin nemiriye, zarok nemiriye. Û li hemberî dagirkeriya Tirk heta dawiyê berxwedan dike.”

RUHÊ EGÎD ÎRO LI HER DERÊ YE

Aslan balkişand ser kesayeta Egîd û got; “15’ê Tebaxê di Kurdistanê de rihek ava kir. Di şexsê heval Egîd de ev rih di nav hemû gelan de belav bûye. Ger ku em heval Egîd binirxînin, heval Egîd; di nav partiyê de di nav artêşa xwe de dijî. Di nav hevalên xwe de dijî. Hevalên wî çi dixwin ew jî wê dixwe, çi li xwe dikin ew jî wê li xwe dike. Bîrîma wî biçe şer, ew li pêşî diçe. Rûxmê ku lingê heval Egîd dûztaban e, rojekê ji xwe re nake asteng. Rûxmê ku di bîrîma wî de heval hene yên ku bêbiryar dikevin, zor û zahmetî dikşînin heval Egîd bêbiryarbûyîna wan derbas dike. Tê gotin ku rojekê hevalek li ber sermayê razaye. Bêbiryar e û dixwaz bireve. Heval Egîd bi şev dirabe û parkeyê xwe diavêje ser wî hevalî. Yanî heval Egîd naxwe bi hevalan dide xwarin, li xwe nake li hevalan dike. Di tehlîke, zor û zehmetiyan de xwe dide pêş. Di rojnivîsa wî de jî derbas dibe. Her tiştê wî di nav dûzen û dîsîplînekê de ye. mesela di saeteke diyar de radyo gûhdar dike. Saeta ku bi hevalan re diaxife, saeta perwerdê, saeta ku li ser perwerdeya leşkerî lêhûrbûn dike diyar e. Yek deqeyê xwe vala derbas nake. Hemû wextê xwe tijî tijî dijî. Di şexsê heval Egîd de 15’ê Tebaxê rêxistinî jiyan kirine, tijî tijî jiyan kirine. Vala jiyankirin tûne ye. Dev ji xwe berdan tûne ye. Di fermandartiya heval Egîd de karê ku daye pêşiya xwe serkeftin teqez e. Kîjan çalakî be bi serkeftiye. Kar û xebatên pratîkî de serkeftiye. Di pêşengtiya xwe de serkeftiye. Di heval Egîd de teorîyên neyînî tûne ye. Tû car nabêje çênabe. Ji ber wê yekê dema heval Egîd şehîd dikeve Serokatî dibêje; heval Egîd qehreman e, şîrîn e. Ji ber wê mirov fêm dike ku heval Egîd di aliyê pratîkî û leşkerî de Serokatî temam dike.”

FAŞÎZMA ERDOGAN WÊ TÊK BIÇE

Aslan, anî ser ziman ku ji faşîzmê re bihur (derbasgeh) nayê dayîn û wiha dewam kir; “15’ê Tebaxê di Kurdistanê de despê kir û 15’ê Tebaxê hê jî xilas nebûye. Di Rojhilata Navîn de faşîzma Erdogan heye û îro bi ruhê heval Egîd li hember vê faşîzmê tekoşîn tê kirin. Îro li Xinêre û Xakurkê bi ruhê heval Egîd tê şer kirin. Şehît Agirî, Şehîd Arjîn û Kûlîlk ji van hevalan in. Wek van hevalan bi sedan heval ez dikarim bibêjim. Ev hemû heval bi ruhê heval Egîd şer kirin û şehîd ketin. Çawa ku dagirkeriya Tirk xwest Xakurkê dagir bike, me ji ax û çiyayên me derxe, lê li hemberî vê hat sekinandin. Heval kom bûn, planlama çêkirin û gotin em dijmin ji Xakurkê derbas nakin û derbas  nekirin jî. Anha ruhê heval Egîd li Xakurkê şer dike, li Xinêre şer dike. Faşîzma Erdogan bi tank û topên xwe kete Efrînê. Lê belê her kes dizane heval û gelê me bi ruhê heval Egîd şer kir. Çiqas Tirk bikevin Efrînê û bibêjin ev serkeftina me ye jî bi bin ketin e. Ya ku li wir qezenc kir ruhê heval Egîd e. Berxwedanek çêbû. Planlamayên ku Erdogan li ser dagirkirina Rojava û Başur û heremên parastina medya kir bi ser neket. Heta niha Xakurkê derbas nekiriye. Û ev bi saya ruhê heval Egîd e. Li cihekî ruhê heval Egîd hebe li wir tirs nîne. Fedakarî heye, hevaltî heye, ked heye, tijî tijî jiyan kirin heye. Bi rêxistin re, bi PKK’ê re girêdayîn heye.”

KURD WÊ BI SER BIKEVIN

Aslan, gotinên xwe wisa bi dawî kir; “15’ê Tebaxê ruhekî gelekî, ruhekî navnetewî ava kir. Bi gelên din re, bi jin re, bi ciwan re jiyan kirin ava kir. Îro 15’ê Tebaxê tiştekî wisa ava kiriye ku jina Kurd bi ruhê 15’ê Tebaxê li her derî pêşengtî dike. Di dinyayê de her kes dibîne ku jina Kurd çek rakiriye, jin fikra wê heye, jin partiya wê heye, birdoziya wê û konfederalîzma wê heye. Ruhê heval Sarayan di dinyayê de belav bûye.

Ji bo pêşeroj; belkî Kurd di Rojhilata Navîn de êş bikşînin, werin kuştin, bajar û çiyayên wan werin bombekirin, lê belê Kurd ji bo mirovahiyê mînak in. Kurd wê qezenc bikin. ger Kurd qezenc bike wê Tirk, Ereb û Fars jî qezenc bikin. wê dinya qezenc bike. Ji ber ku Kurd kok in. Sîstema demokratîk konfederalîzm yan jî demokratîk sosyalîzm pêşeroj e. Ji ber ku di roja me ya îro de sîstema kapîtalîst tiştekî nade însan. Derveyî pere, îktîdar, mafên takekesî... her tişt bûye bazirganî. Tip bûye bazirganî, kirîn û firotin bûye bazirganî, jin bûye meta. Kapîtalîzm însan bê hêvî  kirine. Sîstemeke rizî ye, maneviyat tûne kiriye.”

Sîstema ku Serok Apo ava kiriye bi maneviyatê ve girêdaye. Bi însan ve, bi xwezayê ve girêdayî ye. tenê ji bo gelê Kurd na, ji bo hemû însaniyetê em şer dikin. Felsefeya me ev e. Îro Kurdîstan rizgar bibe, Rojhilata Navîn şer bikin. Rojhilata Navîn rizgar bibe, em ê ji bo hemû cîhanê şer bikin. ciwan pêwîst e têkiliyên xwe ji sîstema kapîtalîst qut bikin û tevlî me yanî PKK bibin. Gerek berê xwe bidin çiya. Berê xwe bidin felsefeya Serok Apo. Di vê rojê de gerek bêdeng nemînin. Bê çalakî nemînin. Bê serhildan nemînin. Civak bi xwe jî gerek nesekine. Ger ku em bi hev re têbikoşin, bi hev re bexwedan bikin, em ê bi hev re mezin qezenc jî bikin. Jin, ciwan kal û zarok bila kes bêdeng nemîne. Bêdengbûyîn mirin e. Teslîmîyet e.”