'15'ê Tebaxê ji aliyê zîhnî û manewî ve encamên girîng anî'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed li ser Pêngava 15'ê Tebaxê axivî û got, her çendî 15'ê Tebaxê ji hêla leşkerî ve tê nirxandin gelek encamên girîng û mayinde di hêla zîhnî û manewî de bi xwe re anî.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhed di salvgera 34'an a Pêngava 15’ê Tebaxê de axivî. Serhad bal kişande ser girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê û got, ‘’ Biryara 15’ê Tebaxê û serkeftina çalakiya wê zihnîyeteke nû ava kir. Ji bo wê yekê rolê 15’ê Tebaxê her çi qas ji milê leşkerî de werê nirxandin jî zêdetir di milê zihnî de, di milê manevîyatê de encamên girîng û mayînde derxist holê. Di milê manevîyatê de gelekî ji xwe bawer kir, îradeya xwe nas kir, hemû hêza xwe derxist holê û wek vejîneke nû jiyan. Ji bo wê yeke 15’ê Tebaxê bi giştî dîroka gelê me de wek vêjîneke nû ye.’’

Serhad her wiha bal kişande ser girîngiya 15’ê Tebaxê ya li ser avabûna artêşa jinê û got: ‘’Jin piştî 15’ê Tebaxê hê zêdetir rêxistin nas kir, li ser wê esasê cihê xwe di nav artêşbûna gerilla de girt. Vê cesaret da jinan û hemû civakê.’’

Nirxandina Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed bi berfirehî wiha ye:

"15’ê Tebaxê ya 1984’an bi roleke pir girîng rabû. Guhertin û veguhertinek di dîroka Kurdistanê û civaka Kurdistanê de çêkir. Polîtîkayên dewleta Tirk ên  ji bo dagirkirina Kurdistanê ne mûmkûn bu vîcdan û mejiyên însanan qebûl bike. Ji bo vê yekê partî ava bû. Lê belê ya ku partî kir partî biryara 15’ê Tebaxê bû. Bi navekî din şerê şoreşgerî ya çekdarî bû. Eger ev şerê şoreşger a çekdarî di xeta parastina rewa de dest pê nekiriba, bêguman faşîzma dewleta Tirk, siyaseta wê ya tinekirinê, îmhakirinê wê berdewam kiriba. Êdî civaka Kurd hatibû wê halê ku ne navê wê, ne rengê we ne jî hebûna wê hebû. Faşîzma Tirk hesap kiribû ku dawiya Kurda bîne. Ji xwe li ser vî esasî serîrakirinên sedsala 19’an ku di milê civakê de pêk hatibûn, bi komplo û provakasyonan hemû di komkujiyan de hatibûn derbaskirin. Bêguman rol û wateya 15’ê Tebaxê tenê bi beşeke Kurdistanê şîrovekirin ne rast e. 15’ê Tebaxê ji bo tevahî Kurdistanê roleke girîng lîst. Ji bo civaka Kurd hemû tarîtî çirand. Cesareteke mezin ava kir. Biryara 15’ê Tebaxê û serkeftina çalakiya wê zihnîyeteke nû ava kir. Ji bo wê yekê rolê 15’ê Tebaxê her çi qas ji milê leşkerî de werê nirxandin jî zêdetir di milê zihnî de, di milê manevîyatê de encamên girîng û mayînde derxist holê. Di milê manevîyatê de gelekî ji xwe bawer kir, îradeya xwe nas kir, hemû hêza xwe derxist holê û wek vejîneke nû jiyan. Ji bo wê yeke 15’ê Tebaxê bi giştî dîroka gelê me de wek vêjîneke nû ye.

15'Ê TEBAXÊ JI BO JINAN BI ROLEKE GIRÎNG RABÛ

Di nav civaka Kurd de ji bo jinan jî 15’ê Tebaxê roleke girîng lîst. Ji bo jinê jî pergaleke nû ava kir. Jin piştî 15’ê Tebaxê hê zêdetir rêxistin nas kir, li ser wê esasê cihê xwe di nav artêşbûna gerilla de girt. Vê cesaret da jinan û hemû civakê. Eger di civakê de jin jî cesaret bi parastina rewa kiribe, çek rakiribe, çav berdabe gerîllatî, bêguman ev hemû dîroka rakirina kolderî, avakirina dîroka nû ye. Ji bo wê yekê 15’ê Tebaxê taybet di nav de jî artêşbûna jinê dest pê kir. Ev hemû lêpirsîneke mezin û lêkolîneke nû li ser rastiya civaka Kurd derxist holê. Mêjiyekî nû derxist holê. Ji ber ku rastiya 15’ê Tebaxê siyaseta dijmin eşkere kir, zilma dijmin eşkere kir. Di heman demê de hişt ku hem gelê me hem jin dîroka xwe nas bikin, hem jî ji vê dîrokê qewet bigrin. Wek rastiya sedsala 20’an de standina vê biryarê wek mûcîze ye. Biryara şerê çekdarî dayîn, qedera hemû jin û gelên Kurdistanê guhertine."

GELÊ KURD DI HER MILÎ DE KETIBÛ

Serhed sedemên çalakiya 15'ê Tebaxê bi awayekî berfireh nirxand û got; "Dijmin bi hemû qeweta xwe li ser esasê Kemalîzm, Îslamîzm, li ser esasê qirkirin, tinekirin û asîmîlasyonê li ser netewa Kurd siyasete qirêj da meşandin. Di milê birdozî, çandî, civakî, aborî û hwd. êrîşeke bêpîvan hebû. Ji xwe civaka Kurd di nav xîzantî de dijî. Nakokiyên ku dihatin jiyîn, di esas de qebûlkirina koletiyê bû. Di heman demê de ev nakokî riya çareseriyê derxist holê. Zêdetir şîddeta dijmin di milê leşkerî de li her deverê Kurdistanê xwe bi cîh kiribû, xwe rêxistin kiribû. Ev tenê  bi şerê çekdarî wê hatiba şikandin. Tu dikarî bi şerekî çekdarî pergaleke nû û riya çareserî ya nû ava bikî. Bêguman hemû rê û rêbaz li gor rastiyekê pêk tên. Ji bo wê yekê di wê demê de vê biryarê dayîn girîng e. Kes bawer nedikir ku ev çalakî wê serkeftî be. Piştî ev çalakî pêk hat, giştî xeteke nû çêkir. Heta niha jî em li ser vê xetê dimeşin.

RÊYA ARTÊŞBÛNA JINÊ VEBÛ

Serhed, axaftina xwe wisa berdewan kir; "Bi demê re arteşbûna jinê jî ava bû. Avabûna arteşbûna jin di rastiya jinê de pir guhertin çêkir. Di dîroka Kurdistanê de gerîllatiya jinê nû ye. Vê bandor li ser hemû parçeyên Kurdistanê kir. Her çiqas hedefa yekemîn dewleta Tirk, dagirkerî, artêşbûn û sîyaseta wê bê jî di esas de Kurd xwe bi xwe re jî mijûl bûn. Bi paşverûtiya xwe ve, bi nezantiya xwe re, bi apolîtîkbûna xwe re mijûl bû. Ji bo vê yekê civakeke nû di nav xwe de ava bû, çêbû. Girêdayî cesareta 15’ê Tebaxê a rêxistinbûna wê hişt ku xebatên dîtir jî pêş bikevê. Di nav van de jî  cîh girt. Ev ji bo gelê me merhaleyeke pir nû bû. Di serî de pir acayip hat dîtin, pir nehate qebûl kirin. Tabî bi demê re di nav refê gerilla de israrbûna jinê, li pey wê artêşbûna jin, li pey wê serkêşiya jin hem ji bo partîbûna giştî di serkeftina xetê de roleke pir girîng lîst, di heman demê de jî ji bo arteşbûna gerîllatî de jî jin pir roleke girîng lîst. Ji bo wê yekê em tevgera jinê 15’ê Tebaxê zêdetir ji bo me bi wate ye. Niha jî her çar parçe Kurdistanê de rêxistinbûna jin di milê leşkerî de heye. Li qadên dîtir de jî wek qada civakî, milê çandî, milê siyasetê de jî jin cihê xwe digre."

ŞERÊ JINÊ DI HEMAN DEMÊ DE LI HEMBERÎ PERGALA ZILAMSERWERIYÊ YE

Serhed destnîşan kir ku di nav vî şerî de careke din serîrakirina jinan li hemberî pergala desthilatdariya zilêm e û got; "Nakokî di nav hev de hem wek siyasî hem jî wek civakî ama wek milê leşkerî de jî diqewime. Sedsala 21’mîn de her çiqas li herê şer hebe, krîz û kaos hebe jî hîn zêdetir derfetên serkeftinê çêbûne. Hîn zêdetir derket holê ku parastina rewa pêwîstiyeke jiyanî ye. Ger gelek, ger pêkhateyek parastina xwe ya rewa pêk neyîne ewlehiya wê nîne. Nikare xwe li însafa kesekî bihêle. Ji bo jinan jî wisa ye. Jin jî nikarin xwe di bin însafa zilam de bihêlin. Ji bo wê yekê di salvegera 40’î  a partîya me de ya herî girîng ew e ku em giştî ji bo parastina rewa ya jinan mîsoger bikin, hêza wê xurttir bikin. Bêguman sazîbûna wê mesafeyeke mezin li pey xwe hiştiye. Di  salvegera 40’î ya partiya me de em dibêjin li hemberî hemû komkujiyên jinê, komkujiyên civakan, komkujiyên çandinî, komkujiya dîrokê em parastina rewa xurt bikin, mayînde bikin, nekeftî bikin. Sedemên rêxistinkirina parastina rewa eşkere bûye. Her tişt bi tekoşîna jinan, her tişt bi artêşbûna jinan, her tişt bi rêxistinbûna jinan wê bi ser keve. Di vê sedsalê de jin hîn zêdetir gihîştîne vê zanebûnê. Hîn zêdetir ev rastî hatiye fêhmkirin. Ji bo wê yekê jin hîn zêdetir pêwîstiyên xwe dibînin ku di giştî cîhanê de werin gel hev, zêdetir tecrûbeyên gerîllayên jinên Kurdistanê sud werbigrin. Di heman demê de bi hev re bidin û bistînin. Ev fêmkirineke pir ciddî ye, gaveke pir dîrokî ye. Ji ber ku jin heta niha karê sîyasî, karê aborî, karê çandinî de roleke sereke dilîst. Hesabekî xurt ji desthilatdariyê xwestin heye. Ev guhertin û veguhertina jinê ji bo pêngava 15’ê Tebaxê jî hîn zêdetir girsehî bibe."

'EM Ê BI RIHÊ 15’Ê TEBAXÊ SALA 2018’AN BIKIN SALA SERKETINÊ'

Serhed axaftina xwe wisa bi dawî kir; "Di vî milî de ji bo jinên ciwan û xortên ciwan ez bang dikim; di refê gerîlla de cîh girtin cihê herî pîroz e. Ji ber ku di rastiya heyî de ji me re ne ti jiyanê dihêlin, ne ti mafî dihêlin. Heta ji dijmin tê bostek jî mabe dixwaze dest bavêje, dixwaze qirêj bike, dixwaze xira bike. Di van salên dawî de me ev jiyan. Ji bo xeta parastina rewa pêngava 15’ê Tebaxê ji bo ewlekariya tevahî gelên Rojhilata Navîn em ê mîsoger bikin. Em ê tekoşîna xwe di vî milî de dewam bikin ji bo serkeftina wê em ê bixebitin. Rihê 15’ê Tebaxê ti zûrûf nagere. Derfetên serkeftinê çêbûne. Çawa 15’ê Tebaxê li ser îradeya xwe, qeweta xwe ya cewherî pêk hat pêwîst e em ê jî bi îradeya xwe bi ser kevin. Wê demê tenê îrade hebû, cesaret hebû, biryar hebû. Wekî di li tiştekî din negeriyan. Ji bo wê yekê îrade û rihê 15’ê Tebaxê tê ser ziman. Ji ber ku 15’ê Tebaxê çav berneda şert û zûrûfan. Negotin; ‘Em dikarin bikin,  yan nikarin.’ Biryar rast bû. ‘Pêwîst e em bi ser dijmin de biçin.’ Ev rih rihê serkeftinê ye. Ji bo azadiya Serokatî, ji bo azadiya gelên Kurdistanê, di heman demê de ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn, ji bo azadiya jinan tevahî gerîlayê şoreşgerên Kurdistanê wê bi rihê serkeftinê darbeyên mezin li dijmin bixin. Ji bo wê yekê em dibêjin; em ê bi rihê 15’ê Tebaxê sala 2018 bigihînin serkeftinê. Em ê di dijmin de hejandineke mezin bikin. Gelek ava bûye, şiyar bûye. Di heman demê de jin ava bûye, şiyar bûye. Êdî pir rêwistinên vê civakê çêbûne. Rastiya 15’ê Tebaxê bûye rastiya gelekî. Ji bo vê yekê ev dem sekna parastina gel e. Parastina rewa êdî ne tenê qeweteke gerîllaye. Mirov wisa nefirike. Ji ber ku ev dem dema şerê gelê şoreşger e. Ji bo vê yekê êdî xelasbûneke civakî lazim e. Ji bo xilasbûneke civakî bêguman di pêşengtiya partiyê de şansekî mezin e ku êdî arteşbûna gerîlla heye. Hîn zêdetir di xeta parastina rewa de xwe kurkirin û pratîkî jî amadekariya vê kirin lazim e, xwe amadekirin lazim e. Ne tenê gel xebatên siyasî bike, çandinî, aborî bike. Siyaseta heyî li ser Kurdan, li ser gelên Rojhilata Navîn komkujî dimeşîne, dixwaze teslîm bigre, parçe bike, belav bike, bê îrade bike. Û li şûna van hêza xwe bi cîh bike. Rastî ev e. Ji bo vê yekê rabûneke giştî ya civakî ji bo tevahî parçeyên Kurdistanê lazim e. Li ser vî esasî ez hemû fermandarê HPG û YJA-STAR, heman demê de şervanên azadiyê silav dikim. 15’ê Tebaxê pîroz dikim. Careke din yê ku ev biryar daye Serokatiya me ez pîroz dikim. Ji bo tevahî gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Vê rojê ji hemû rêhevalên jin re pîroz dikim. Serkeftin ya jinan ya ciwanan û ya civakan be.”