13'ê Cotmehê wê li Amedê mîtîngek mezin bê lidarxistin: Azadî ji Abdullah Ocalan re!

Platforma Saziyên Demokratîk ragihand ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 13'ê Cotmehê li Amedê mîtîngeke mezin lidar bixin.

MÎTÎNGA AZADIYÊ

Kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin didome. Li hêla din ji bo 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Abdullah Ocalan nêz bû. Di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê, li seranserî cîhanê dê bi boneya salvegera komployê çalakî û xwepêşandan bê lidarxistin.

Platforma Saziyên Demokratîk li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) daxuyaniye da. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Platformê da zanîn ku di kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” re dest bi qonaxeke nû dikin. Li gorî daxuyaniya platformê ya bi serenavê “Em li dijî komployê li ber xwe didin! Em ji bo azadiyê li Amedê kom dibin!”, wê fînala çalakî û xwepêşandanên ku dê heta 13’ê cotmehê bidomin, li Amedê be. Di 13’ê cotmehê de dê li Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin.

Daxuyanî bi zimanên kurdî û tirkî hate xwendin. Kurdiya daxuyaniyê ji Ma Musicê Ferhat Ertaş û ya tirkî jî ji hêla endama PM’a DBP’ê Elîf Turan ve hate xwendin.

Metna daxuyaniyê wiha ye:

"Di ser derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an re 44 sal derbas bûn. Derbeya 12’ê Îlonê bi binpêkirina mafê jiyanê û pêkanînên dijmirovahî cihê xwe di nava rûpelên tarî yên dîrokê de girt.  Derbeya 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê bîrdoziya fermî, têkiliyên dewlet û civak û dewlet-demokrasiyê bi awayekî kûr veguherand pergaleke yekperest (monîst), mandelekirin û pişafin zeximtir kir. Makezagona 1982’yan ku berhema derbeyê bû û guhertnên makezagonê yên pişt wê, sêwirîna siyasî û civakî ya derbekaran jî xurtir kir.

Di salvegera derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de hewl tê dayîn ku cudahiyan kirasê netewe û baweriya li ser bingeha monîzmê (yekperestyê) li xwe bikin, demokrasiya herêmî bi avabûna dewleta zêde navendîparêz tê mandelekirin, qada siyaseta demokratk bi xapandin û mijarên faşîst re tê jehrîkirin. Her cureyên zilma li ser jinê bi bîrdoziya serdest a mêrane tê meşandin, baweriya bi kapîtalîzm û sermayeyê tê meşandin. Anku pêkhatina siyasî ya 12’ê Îlonê pişt çil û çar salan hê jî wekî xewnereşkekê bi ser gelên Tirkiye û Kurdistanê de hatiye dabûn.

Dixwazin hemû cureyên têkoşîna mafên demokratîk, bi taybet jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ku nerazîbûnên li hemberî dewletê nîşan dide civak, xweza û jiyanê diparêze, pûç bikin. Faşîzma AKP - MHP’ê ku mîrateya 12’ê Îlonê ye, qadên xwe yên desthilatdariyê berfireh dike û êrişên berfireh ên ku civakê bê henase dihêle, bi pêş dixe. Êrişên leşkerî yên ku xitimandina pirsgirêka kurd kûrtir dike û ji sînor derdixe, tunekirina daxwazên demokrasiyê bi amûrên zordariyê, çewisandina qada sivîl bi hemû cureyên bêhiqûqî yên, êrişên sîstematk û îdeolojîk ên li dijî jinan, ji destxistna paşeroja ciwanan, bêhiqûqiyê. Û di dabeşkirina paşerojê de ku digihêje astên tirsnak û hewldana derbaskirina barê qeyrana aborî ji bo kedkar û xizanan bûye sedema pirsgirêkên herî mezin ên Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê hema bibêje her kes, yên ku daxwaza naskirina nasnameya xwe dikin, ên dixwazin xwezayê biparêzin, ên ji ku ji bo fikra paşerojê têdikoşin û hwd. hemû di bin zexta rejîmê de heman çarenûsê dijîn.

Em ên ku êrişên piralî yên faşîzma AKP û MHP’ê rû bi rû dimînin, bi nasname, bawerî, jiyan, xwezaya xwe re çarenûseke hevpar parve dikin. Li hemberderketina vê çarenûsa hevpar a ku ji aliyê desthilatdaran ve hatiye xêzkirin, bi avakirina jiyanek û berfirehkirina têkoşîna hevpar pêkan dibe.

Stratejiya bêhnê li civakê diçikîne û rûxandina komên muxalîf ku bi tecrîda mutleq û nebûna ragihandinê ya ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji sala 2015’an û vir ve ji bilî tundî, mirin, birçîbûn û bêîstqrariyê tu tişt nedaye gelên Tirkiyeyê. Pirsgirêka kurd a ku bi tecrîda mutleq ketiye nava xirecirekê, li Tirkiyeyê bûye sedema qeyranên piralî. Li aliyê din, bi polîtîkaya tecrîda mutleq û nebûna ragihandinê, hewl tê dayîn ku qirûşên demokrasiyê jî ji holê rabe, xizaniya kûr li beşên mezin ên civakî belav bibe û qada lêgerîna hemû mafan li ber gel were girtin.

Êdî stratejiya tifaqa AKP û MHP’ê ya ku civak bêhenase hiştibû û hilweşandina muxalefeta civakî lezgîn kiribû, ji ber berxwedana xurt a gelan, bîr û baweriyan, têkoşîna jinan û beşên cuda yên civakî nema dikare xwe li ser piyan bigire. Tevî hiqûq û darazê, dezgeheke mezin a çapemeniyê û her cure çavkaniyên aborî di destê wê de ye jî, her ku diçe tifaqa AKP û MHP’ê têk diçe.

Em di wê baweriyê de ne ku bi serketina pêngava ‘Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ de, em dikarin derbeya herî xurt ji bo berfirehkirina têkoşîna hevpar a gel û bindestan li dijî vê bloka desthilatdar a qirêj pêk bînin. Ji ber ku em dizanin ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê xwe ji înkarkirina rastya gelê kurd û krîmînalîzekirina îtirazên Tevgera Kurd a siyasî bi taybet birêz Ocalan pêk tîne de, di asta pêş de dê deriyên avakirina jiyaneke demokratîk veke. Ji ber ku tecrîda mutleq û rewşa agahînegirtina mutleq a li ser birêz Ocalan hatiye ferzkirin, wekî stratejiyeke rêveberiyê ya rejîma heyî, êdî ne tenê li Kurdistanê lê li her derê belav bûye. Tirkiye bi kûrkirina pirsgirêka kurd re ku turnûsola demokrasî û aştiyê ye, girêkek siyasî çêkir. Ji bo çareserkirina vê girêka siyasî ya bi demokrasî û aştiyê ve girêdayî, bêyî çareserkirina vê girêka siyasî ne pêkan e ku em ji gelek qeyranan rizgar bibin. Bi gotina ‘li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî’ em hemû dikarin reçeteya rizgarkirina Tirkiyeyê ji qeyranên piralî derxin û binivîsin.

Lewma em di salvegera derbeya faşîst de careke din diyar dikin ku windakirina tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê tê wateya windakirina rejîma 12’ê Îlonê. Tê wateya vekirina deriyên nîzama demokratk bi xilasbûna mekanîk a derbeyê. Ji bo avakirina jiyana demokratîk dîsa di destê gel û baweriyên bindest de geş bibe. Li ser karektera çarenûsî ya têkoşîna li dijî rejîma Îmraliyê, em dibêjin, ‘Em bi hev re tecrîdê bişkînin û ber bi azadiyê ve bimeşin.’

Kampanyaya navneteweyî ya ‘Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ di meha cotmehê de wê sala xwe ya yekemîn temam bike. Ev têkoşîna ku ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, ekolojîst, siyasetmedar û hiqûqnasên cîhanê ve hatiye destpêkirin, bi piştgiriya rewşenbîrên tirk ên li Stenbolê li hemû cîhanê bi taybet li Kurdistanê belav bûye. Meşa Azadiyê ya Gemlîkê ku di 18’ê mijdarê de pêk hat, tevî hemû astengiyan gihişt armanca xwe û ji Gemlîkê peyama israra azadiyê ji hemû cîhanê re hat dayîn. Înîsiyatf û serlêdanên hunermend û parêzeran tecrîd hîn zêdetir eşkere kiriye; di navbera 1 û 15’ê Sibatê de li bajarên bakurê Kurdistanê bi meşaleya ‘Meşa Azadiyê’ hatin ronîkirin, di 8’ê adarê û 21’ê adarê de israra azadiyê ya ku bi milyonan şahidî jê re kirin gihişt lûtkeyê. Berxwedana girtiyan a li dijî tecrîdê ku di her kêliya kampanyayê de bi fedekariyên mezin beşdarî kampanyayê bûn, bi çalakiyên pêşiya girtîgehan a ‘Deng bidin azadiyê’, bi çalakiya ‘Dawî li tecrîdê bînin’ ên li pêşiya avahiyên AKP’ê û bi çalakiya ‘Edaletê bi cih bînin’ a li pêşiya Wezareta Dadê, di tevahiya havînê de bi pêşengiya jin û ciwanan li sedan tax, kolan û gundan ‘Xwendinên azadiyê’ hatin lidarxistin û hê jî tên lidarxistin.

Ji îro pêve em di pêngava ‘Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ dest bi qonaxeke nû dikin. Meşa me ya azadiyê ya ku li ser tekoşîna gelê kurd a bi navê ‘Hebûna xwe biparêze, azadiya xwe misoger bike’ disekine, wê bi dirûşma ‘Em li hemberî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê kom dibin!’ bê lidarxistn. Ji 12’ê îlonê heta 13’ê cotmehê dê bidome. Di vê çarçoveyê de em hemû hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê vedixwînin hemleya Meşa Azadiyê ya ku ji bo têkbirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û komplogerên wê, şikandina pergala Îmraliyê û çareseriya demokratk a ji bo çareseriya demokratk dest pê kiriye. Kampanya dê heta 13’ê cotmehê bidome. Werin em mil bi mil ji bo pêşeroja xwe ya demokratîk û azadiya xwe têbikoşin. Bi vê bawerî, îrade û hêza xwe em hemû hêzên demokratîk, şoreşger ên herêmê û mûxalefeta civakî vedixwînin hemleya xwe ya ku me bi dirûşma ‘Em li hember komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê kom dibin’ dane destpêkirin. Bi Mitînga Mezin re em ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê pêk bînin. Di 26’emîn salvegera komploya navneteweyî de em ê têkoşîna çareserî û azadiyê bigihînin her derê û cihê ku jiyan lê diherike. Bi Kampanyaya xwe ya ku mehekê dom dike, em ê careke din li dijî ferzkirina koletiyê ya komployan biqîrin û bibêjin ‘Bêyî azadiyê tu carî nabe!’ Bila serkefin soza me be; Derbekar, komploger û yên di tecrîdê de israr dikin wê winda bikin, azadî dê bi serkeve!”