122 rojên li tunelên Werxelê

Gerîlaya YJA Starê Zeryan Esmer Botan qala 122 rojên li Tunelên Şer ên Werxelê kir.

Artêşa Tirk 17'ê Nîsana 2022'an li Zap, Avaşîn û Metînayê ji bo dagirkirinê dest bi êrîşê kir. Gerîlayên li van herêman bi lehengî û destanî li ber xwe dan. Artêşa Tirk ji bo pêşî li têkçûna xwe bigire dest bi bikaranîna rê û rêbazên li dijî mirovahiyê kir. Li Tunelên Şer ên Werxelê yên li herêma Avaşînê, artêşa Tirk destpêkê gazên kîmyewî bi kar anî, piştre jî teqemeniyên bi tonan teqand, ew jî nebû, vê carê giraniyeke mezin da ser bikaranîna gazên kîmyewî.

Gerîlaya YJA Starê Zeryan Esmer Botan ku bi xwe di nava vî şerî de cih girt, qala 122 rojên li Keleha Berxwedanê ya Werxelê kir.

'EM LI BENDA ÊRÎŞEKE DAGIRKERIYÊ BÛ'

Zeryan Esmer Botan anî ziman ku sala 2022'an beriya destpêkirina şer ew li Girê Werxelê yê herêma Avaşînê bû û got, "Li gel perwerdeya rêxistinî, îdeolojîk û leşkerî me timî xwe ji şer re amade dikir. Ji cebilxaneyan heta bi lostîkê me hewl dida li gelek nuqteyan amadekariya xwe temam bikin. Hevrêyên li Tunelên Şer ên li Werxelê li ser vê bingehê di nava kûrbûn û amadekariyê de bûn. Girê Werxelê li qadê cihekî stratejîk e. Hem li ser aliyê Avaşînê hem jî li ser beşek ji Zapê û herêma Sîdayê serwer e. Haya her hevalî ji vê yekê hebû. Şerê giran ê diqewimî kir ku di mijara rê û rêbazê de em nîqaşê û plansaziyekê bikin. Ji bo şerê giştî yê li Zagrosan kûrbûn û amadekariyek hebû. Ji bo me pêvajoyeke gelekî girîng bû. Her hevalên li ser gir texmîn dikir ku wê operasyonek bê kirin û her heval xwedî kelecaneke mezin bû. Di çavên şervanên li Tunelên Şer ên Werxelê de ev kelecan hebû."

'JI BO MIN CARA DESTPÊKÊ BÛ'

Zeryan Esmer Botan bi bîr xist ku êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger di êvara 17'ê Nîsana 2022'an de destpê kir û got, "Beriya wê bi rojekê bombardûmaneke giran a hewayî li qadê hate kirin. Êvara destpêkê hêzên xwe danîn ser Girê Werxelê yê li herêma Zapê. Beriya vê yekê heval hemû li cihên bicihbûnê di nava amadekariyê de bûn.

Ez û hevalek, li cihekî dûrî hıemû hevalan rûniştibûn û me nîqaş dikir bê operasyon kengî destpê bike. Em li benda operasyonê bûn, di dema nîqaşeke bi vî rengî de hevalan agahî dan me, gotin ku operasyonê destpê kiriye, dema em hatin bi xwe re çeka B-7 bînin û em gelekî kelecanî bûbûn. Ev şer ji bo min şerê destpêkê bû. Ji nêz ve dîtina dijmin û tevlîbûna li nava şer kelecan dida mirovan. Mirov di wê kêliyê de difikirî ku divê bersivê bide pêvajoyê, ji ber ku em di pêvajoyeke gelekî hesas de bûn. Piştî ku dijmin hêza xwe li Werxelê danî, komek ji hevlaan piştî plansaziya çalakiyê kete nava liv û tevgerê.

'SERKETINA ÇALAKIYA DESTPÊKÊ MORAL DA'

Çalakiya me ya destpêkê kelecan da me hemûyan. Serketina çalakiyê ji bo her hevalî bû moralek. Di heman demê de biryardariyeke mezin hebû ku em ê dijmin li vir têk bibin. Destpêkê çalakiyên li dijî dijmin bênavber dewam kirin. Artêşa Tirk ku derbên giran xwar, giranî da ser êrîşên li ser Werxelê ya Avaşînê. Piştî ku dijmin hat girê em lê bûn, li vê derê jî çalakiyan dewam kirin. Di vê pêvajoya çalakiyan de me îradeyeke leşkerî ya ku li hemberî me şer bike nedît. Nehatin ku sîng bi sîng şer li hemberî me bikin, ti carî newêrîn vê yekê bikin.

Ji bo bikevin hundirê tunelekê hema bibêje bi hev re şer dikirin. Yekî digot tu biçe, yê din digot tu biçe. Nizanîbûn bê ji bo çi şer dikin û ketine ku derê.

'DEST BI BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ KIRIN'

Bi destpêkirina êrîşa dagirkeriyê û hatine dijmin a li ser şikefta me, dijmin dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Destpêkê li hemû deriyan bi kar anîn. Ji ber ku me li hundir tedbîr wergirtibû, bandor li me nekir. Her ku dijmin dihate ber devê tunelê, gerîla bi çalakiyan bersiv didan. Dijmin dixwest polîtîkaya şerê taybet bimeşîne, her ku tengav dibû banga teslîmiyetê dikir, ji bo îradeya gerîla têk bibe serî li her rê û rêbazê dida. Rê û rêbazên ku nayê bîra mirovan bi kar dianî. Lê belê di demên bi vî rengî de mirov xwe baştir nas dike, dikeve nava kûrbûneke têkbirina dijmin. Her heval di nava kûrbûneke bi vî rengî de bûn. Her heval xwedî sekneke fedaî bûn û bi wêrekî çalakî li dijî dijmin dikirin.

'ARMANCA ME EW BÛ KU JI DIJMIN RE NEHÊLIN'

Ev bersivên ku li Tunelên Şer ên li Werxelê hatin dayin bi rastî jî dijmin gelekî tengav kir. Ji destpêka operasyonê heta roja dawî dijmin bi giranî êrîşî tunelên şer kir. Dijmin dixwest Werxelê zû bi dest bixe. Armanca me jî ew bû ku Werxelê ji dijmin re nehêlin. Lewma dijmin li keleha me ya berxwedanê gelekî tengav bû. Timî bi rê û rêbazên cuda êrîş dikir. Carna derî li ser me digirt, carna li hundir teqemenî diteqand, carna jî bi bikaranîna gazên kîmyewî hewl dida bêhnê li me biçikîne. Hem dixwest ji aliyê fîzîkî ve îradeyê bişikîne, hnem jî ji aliyê psîkolojîk ve îradeyê bişikîne. Ji bo vê jî gelek caran serî li rê û rêbazên gelekî erzan dida. Mînak; li cihekî nêzî deriyê şikeftê kola vedixwar û qutiya xwe diavêt hundir, dixwest ku bi kola yan jî xwarina ku dixwar bi erzanî bandorê li me bike. PKK 50 sal in bi rê û rêbazên şikandina îradeyê hatiye ceribandin û xwe gihandiye vê astê, lewma rêbazên bi vî rengî erzan bandorê lê nake. Bêguman leşkerên artêşa Tirk ji ber ku partiya me PKK, îradeya gerîla nas nedikir, diket nava hewldaneke bi vî rengî. Bi rêbazên gelekî erzan dixwestin me teslîm bigirin. Ev yek li hemberî gerîlayên PKK'ê bi ser neket. Lewma jî dijmin gelekî tengav bû. Ewqasî tengav bû ku berpirsyarên payebilind neçar diman ku bên bangê li me bikin.

MADEYÊN KÎMYEWÎ YÊN HATIN BIKARANÎN Û BANDORA WAN

Hevrêyên me yên li tunelên şer têdikoşiyan, her tim di nava amadekariyekê de bûn. Ev yek di çalakiyan de her wiha di hewldanên bêexlaq ên dijmin ên ji neçarî de jî tê fêhmkirin. Yek ji rêbaza sereke ya neexlaqî û derveyî şer jî bikaranîna gazên kîmyewî bû. Bêguman gazên kîmyewî bandora xwe hebûn. Artêşa Tirk a dagirker gelek gazên cuda yên kîmyewî li hemberî gerîla bi kar anî. Di destpêka şer de gazeke bi navê klorê ku dişibiya versiyoneke cuda ya dermanê şuştina kincan bi kar anîn. Tehm û bêhna vê gazê dişibiya dermanê şuştina kincan. Mehên destpêkê herî zêde ev cûre bi kar anîn. Dijmin ne tenê kîmyasal bi kar dianî, heman rojê hem gazên kîmyewî hem jî teqemeniyên mezin bi kar dianî. Dema ku mirov li nava tunelê dimeşe bi şênberî bandora gaza kîmyewî dibîne. Gazên kîmyewî yên hatin bikaranîn bi dîwarên tunelê û erdê ve dizeliqî û dema ku tu tevdigeriya, ev gaz çalak dibû. Bandora gazên kîmyewî li ser çav û porê mirovan dibû, mehdê mirovan dixeland, mirov gêj dikir û gelek bandorên xwe yên din ên biyolojîk nîşan dida. Bi bandora gaza kîmyewî piştî demekê mirovan êdî xumamî didît, gêj dibû, mehdê mirovan li hev diket û bêhal dima.

Cûreyeke din a gaza kîmyewî jî ew bû ku li cihê oksîjen heye çalak dibû. Ev jî dibû sedem ku li hundir oksîjen nemîne û mirov bi zehmetî nefesê bikişîne. Her kes kare texmîn bike bê li cihekî hewa nemîne bandoreke çawa dike.

Rêbazeke din jî bi karanîna zîftê bû. Dema ku zîft dihate bikaranîn dûyekî reş li qadê belav dibû û bandora wê jî demeke dirêj dewam dikir.

GAZÊN SINIR ÊN BÊBÊHN

Yek ji rêbazên herî hovane jî bikaranîna gazên sinir bû. Bêhna vê gazê tune bû. Zerar dida sinirê mirovan. Bandora vê gazê gelekî zêde bû. Dibû sedem ku mirov ji hişê xwe biçin, mîna madeyeke narkotîkê beden ditevizand, bêhal dikir, nedihişt ku mirov tevbigere, bifikire. Liv û tevgera mirovan dikir mîna yên zarokekî. Tişta tu diaxivî yan jî te dikir, ne bi zanebûn bû. Bêguman gazên hatin bikaranîn bandor li me hemûyan kir, li hemberî vê bandorê me hin derman bi kar anîn, hin rêbaz bikaranîn, lê belê sê hevalên me ji ber vê gazê şehîd bûn. Me gelekî hewl dan ku dest lê werdin, lê belê nekarîn encamê bi dest bixin. Bandor li Baz Mordem, Helbest Koçerîn û Demhat Têkoşîn kir. Dûyê gazê tune bû, rengê xwe jî ber bi gewrbûnê ve bû. Dibû sedem ku mirov xwe ji bîr bike.

BERPIRSYARIYA BELGEKIRINA BÛYERAN

Me hemûyan zanîbûn ku gazên têne bikaranîn dikeve ber sûcê şer, lewma me ji xwe re kir berpirsyariyeke dîrokî ku bûyerên qewimîn bi belge bikin. Tevgera me ev belge weke belgeya sûcê şer pêşkêşî raya giştî kir, dîmen parve kir. Çavên Şehîd Helbest heta demekê nedît. Roniya çavên wê gelekî kêm bûbû. Welê lê hatibû ku nikaribe xwarinê bixwe, bêhal bûbû. Me hewl da tedbîrê werbigirin, bi van tedbîran bi demê re hinekî bi ser xwe ve hat. Lê belê bandorê careke din lê kir. Her wiha ji ber ku ev gaz timî dihatin bikaranîn, tedbîr jî zêde encam nedigirt. Heman rewş ji bo hevalê Demhat jî derbas dibû.

Gazên kîmyewî bandora herî giran li hevalê Baz kir. Ji ber ku ji bo kontrolkirina derve ew gelekî diçû tunelan û dihat. Ev yek jî bû sedem ku bandoreke giran li wî bike. Me texmîn nekir ku bandoreke ewqasî mezin li hevalê Baz bike, lê belê piştre bandor giran bû. Heval rojekê careke din çûn ji bo derî û tunelan kontrol bikin, dijmin hingî gaza kîmyewî bi kar anî. Hevalê Baz bi tenê çûbû, yekser gazê bandor lê kir. Destpêkê mîna bandora li Helbest heman bandor li wî jî kir. Hevalên ku çûn wî bînin, ketin bin heman bandorê. Bi lez dest li hevalan hate werdan. Gazên kîmyewî destpêkê bandoreke giran kir. Bandora li ser hevalê Baz bi demê re dewam kir. Gaz gelekî zêde dihate bikaranîn, lewma li hundir oksîjen bi têrkerî nema bû. Ji ber vê jî rewşa hevalê Baz bêhtir nebaş bû, nekarî li ser piyan bimîne.

Li Werxelê biryardariya her hevalan bilind bû, hevalê Baz di vê pêvajoya şer de roleke gelekî cidî hilda ser xwe û heta dawiyê me hewl da dest li Hevalê Baz werde, lê belê ji ber zêdehiya gaza hate bikaranîn û nemana oksîjena bi têrkerî ya li hundir, bû sedema şehîdbûna heval. Ji bo pêşî li gaza kîmyewî bigire me gelek çareserî afirand, lê belê encam carna ne li gorî daxwaza me bû."

'NEKARÎ ÎRADEYA GERÎLA BIŞIKÎNE'

Zeryan Esmer Botan destnîşan kir ku wan heta dawiyê bi hev re ked dan, li gel hev man û şer kirin û got, "Îradeyeke heta dawiyê hebû. Ev tiştekî gelekî girîng e, dijmin nekarî îradeya me bişikîne. Ti rêbaz nema ku dijmin bi kar neanî, lê belê nekarî bandorê li me, yanî bandorê li îradeya me bike. Şerê me encameke bi vî rengî li pey xwe hişt. Dîrokeke berxwedanê ya ji 122 rojan li pey xwe hişt."

Gerîla Zeryan Esmer Botan diyar kir, ku di vî şerî de eşkere bû, ku dijmin li hemberî me çiqasî teknîk bi kar anî jî li hemberî îrade û baweriya gerîla bi ser neket û got, "Dijmin bi vî rengî têk çûye. Vê berxwedanê em bi rûmet kir ku me bi ser bixîne. Cihgirtina li nava vê berxwedanê ji bo min cihê rûmetê bû."