BI DÎMEN

1’ê Gulanê li Kerkûkê hate pîrozkirin

Li bajarê Kerkûkê bi beşdariya 11 partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl 1’ê Gulanê hate pîrozkirin û bal kişandin ser mafê karkeran.

Piştî ku ji aliyê FederasyonaYekîtiya Karkeran a Kanadayê di 1’ê Gulanê sala 1887’an de bang li kerkerên cihanê kir ku ji 8 saetan zêdetir kar nekin. Lê belê ev saetên kar ji aliyê karsazan ve kirin 12 saet, li beramberî vê jî karkeran nerazîbûna xwe nîşan dan û piştgirî dan Federasyona Yekîtiya Karkeran, ji wê rojê ve 1’ê Gulanê weke Roja Kedkarên Cîhanê hate îlankirin û pîrozkirin. Bi vê armancê jî li seranserî cîhanê ev roj bi aktivîte û çalakiyên cûr be cûr tê pîrozkirin.Weke her sal îsal jî bi boneya 1’ê Gulan Roja Yekîtiya Kedkaran, Piştgirî û Têkoşînê li Kerkûkê bi beşdariya 11 partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya îsal bi beşdariya partiyên siyasî û gelek saziyên sivîl di saet 10:00’an de li Qada Mecîdiyê bi dirûşma “Na ji firotina kartên taybet re, nan, kar, azadî, wekhevî û rêkûpêkirina kar” heta ber avahiya waliyê Kerkûkê meşiyan. Li vir daxuyaniya ku hatibû amadekirin hate xwendin û dosyayekî kû mafê karkeran digre nava xwe û şert û mercên başkirina karkera xwestin pêşkêşî encûmena Kerkûkê bikin. Lê mixabin kesê pêşwaziya wan nekir ku dosyayê ji destê wan bigire.

Di derbarê mijarê de Endamê Encûmena Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûk Mamosta Aso ji ajansa me re axivî û wiha got:

“Em weke çend partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ev çalakî lidar xistiye. Her sal li heman cihî pîrozbahiya 1’ê Gulanê dikin, bi vê mebestê carekî din Roja Yekîtiya Kerkeran, Piştgirî û Têkoşîna Karkeran li hemû karkerên cîhanê pîroz dikin. Her wiha me dosyayekî têkildarî rewşa karkeran û şert û mercên karkirinê amade kiribû ku bal dikişîne ser mafê karkeran. Em dixwazin vê dosyayê pêşkêşî, encûmena bajarê Kerkûkê bikin, Birêz Walî û Parlemetoya Iraqê bikin. Her wiha di dosyaya hatî amadekirin de me bal kişandiye ser rewşa karkirinê ya karkeran û qezayên kar. Her wiha piştî ku qezayekî nelibendê pêk hate ku divê ji aliyê karsax ve alîkariyek bê pêşkêşkirin. Dawî li kertên taybet bê anîn û êdî dawî li birsîbûna civakê bîne û mûçeyên karkeran û xebatkaran bên dayîn.