Zagros: Kurd li herêma hêza herî diyarker in

Zagros: Kurd li herêma hêza herî diyarker in

Endama Koordînasyona PAJK’ê Zaxo Zagros diyar kir ku  di pêvajoya çareseriyê de ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin, gelê Kurd hêza herî diyarker a Rojhilata Navîn in û got: “Heta ku Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke nikare di nava vê qonaxa ku nû pêş dikeve û di nava hevsengiya nû ya herêmê de cihê xwe bike.”

Zagros diyar kir ku hukûmeta AKP’ê bi rêbaza xwe ya berê winda kiriye û got: “Pêvajoya çareseriy dê li Tirkiyeyê pêşî li demokratîkbûnê vebike” û xwest ku guhertinên qanûnî yên pêwîst bêne kirin.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Zaxo Zagros pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newroz li Amedê hate xwendin, hate destpêkirin ji ANF’ê re nirxand..

Zaxo Zagros pêşî bal kişand ser projeya mezin a Rojhilata Navîn û şerê li Rojhilata Navîn û got: "Rêbertiya me berê jî gelek caran behsa şerê cîhanê yê 3’emîn kiribû. Mudaxaleyên li dijî Rojhilata Navîn û şerê li Sûriyeyê jî nîşan didin ku li Rojhilata Navîn dê hevsengiyên nû bên afirandin. Hêzên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe hewl didin sîstema xwe ava bikin. Mudaxaleya li dijî Sûriyeyê di rojevê de ye. Ev mudaxale leşkerî an jî bi nêzîkatiyên cuda pêk bê jî, wê dengeyên li herêmê biguherin."

Zagros ji bo guhertinên li Sûriyeyê jî got: “Ev guhertin ji bo kurdan jî wê guhertinên mezin bi xwe re bîne. Li vê herêmê jî kurd hêza esasî ne."

Endama Koordînasyona PAJK’ê Zagros diyar kir ku hikumeta AKPê jî fêm kir ku dê pirsgirêka kurd bi şer û şîddetê nikaribe çareser bike wiha dewam kir:

"Heya ku Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke, dê nikaribe li herêmê di nava hevsengiyên nû de cîh bigire. Kurdan li herêma pozîsyoneke bi hêz bi dest xistiye û ji bo pêşxistina modernîteya demokratîk jî bingehek ava bûye. Rêbertî ev pêvajo ji bo berjewendiyên gelan da destpêkirin. Ev yek jî li Tirkiyeyê tê pêşxistin, ji bo ku dixwaze Tirkiyeyê bike model. Li hemberî van hewildanan jî AKP nikare bi tarza xwe ya berê vê pêvajoyê pêşwazî bike." 

Zaxo Zagros der barê vekişina hêzên gerîlla de jî anî ziman ku ev pêvajo bi tedbîrên îdarî pêşnakeve, divê serarestkirinên qanûnî bê kirin û wiha dewam kir:

"Ev mijareke pir hesas e. Eger pêşketineke neyînî pêk were, wê berpirsiyariya vê yekê kî bigre ser xwe. Nêzikatiyeke bi vî awayî ji bo AKP'ê gelekî taluke ye. Ji bo vê jî divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Ji bo vê yekê nêzîkatiyeke wêrek nîne. Eger ev yek pêk neyê wê xetimîn çêbibin. Dijberiya CHP û MHP li ser neqanûnîbûna hevdîtinan pêş dikeve. Eger li meclîsê ji bo vê qanûn bên derxistin, dê bikarin pêşiya van nîqaşan jî bigrin. Ne wêrekbûna AKPê pêvajoyê ber bi talûkeyê ve dibe."

Zagros  anî ziman ku di vê pêvajoyê du xalên girîng hene û wiha got:

"Rêbertiya me pêvajoyake nû da destpêkirin. Divê heta dawiyê baweriya me bi vê hebe û em li dora wî bibin yek. Lê rîsk û talûkeyên vê pêvajoyê jî hene. Carna nêzîkahiyên bi temamî bêbawerî xwe nîşan didin û ti gav nayên avêtin, carna jî nêzîkatiyên bê tedbîr û bê plan derdikevin holê. Divê sekneke ji herdû nêzîkatiyan dûr hebe. Têkoşîna me dewam dike. Têne rêbazên me wê biguherin. Nêzîkatiyên weke têkoşîn wê bi dawî bibe ne rastin. Têkoşîn nû dest pê dike"

DI XWEZAYA JINAN DE AŞTÎ HEYE

Zaxo Zagros di berdewama hevpeyvîna xwe de behsa tevlîbûna jinan a pêvajoyê jî kir û got:

"Ne tenê jinên Kurd, jinên Tirk, Ereb, Ermenî, Çerkez, Laz, Suryanî û yên ji gelên din divê di pêvajoyê de aktîf bibin û berpirsiyariyan bigrin ser xwe.”