Yuksekdag: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî got ku, “Divê li her derê em bibin dengê banga edaletê. Em bi hev re dikarin bi ser bikevin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî got ku, “Divê li her derê em bibin dengê banga edaletê. Em bi hev re dikarin bi ser bikevin.”
Gelê Wanê Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê piştî Amed û Stenbolê dewir girt û dest bi nobetê kirin. Di nobetê de nameya Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê ku niha li Girtîgeha Tîpa F hat xwendin. Peyama Yuksekdag ji aliyê Wekîla HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe ve hat xwendin.
Peyama Yuksekdag wiha ye:
“Yên ji rêya rûmet, wijdan û edaletê naqetin; Ji we hemûyan re merhaba. Ez we kesên di bin hemû dorpêç û êrîşan de ji doza wijdan û edaletê gavan paşv e navêjim tevan silav dikim. Ez bawer dikim ku piştî Amed û Stenbolê li Wanê jî li dijî girtîgehên servekirî yên nobet dorpêç kirine, gel wê ji înada wan re nobet û têkoşîna vîna azad bêtir mezin bike û xurt bike. Tu girtîgeh ne bakî ne. Her girtîgehek dawiya wê heye. Tu îktîdara ku ji bo xwe heta dawî serbestiyê dixwaze û ji bo gel bindestî û koletiyê dixwaze nagihêje meram û meqseda xwe.
Yên îro di bin şertên giran de bi sekna xwe ya rûmet hewl didin vê dorpêçê bişkînin, wê bi ser bikevin. Yên dixwazin vê têkoşîna bi rûmet bişkînin jî wê bi ser nekevin. Herî zêde li Wanê bê edaletî pêş ketiye. Divê cihê herî zêde edalet lê hatiye binpêkirin têkoşîna edaletê jî di lûtkeya herî bilind de be. Neheqî û zilma li gelê Wanê û li HDP’ê hatiye kirin, li hemû gelê Wanê hatiye kirin.
Divê em bi bawerî û hêvî destê xwe bidin hev û bi hev re vê zilmê bişkînin û vîna azad mezin bikin. Em dikarin bi hev re bi ser bikevin. Em dikarin bi hev re edaletê bi dest bixin. Bi vê bîr û baweriyê ez hemû gelê me yên Wan û navçeyên wê bi rêzdarî silav dikim."