YPS JIN li Stenbolê 4 çalakiyên cuda lidar xist

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çawrê Gelhat a YPS JIN'ê, li Stenbolê agir berda wesayitên faşîstên AKP-MHP'ê.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çawrê Gelhat a YPS JIN’ê derbarê çalakiyên xwe de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin,

“Tîma me ya tolhildanê ya Şehîd Çawrê Gelhat a YPS JIN’ê di 15.12.2023'yan de li Arnavûtkoy û Mecîdiyekoyê yên Stenbolê agir berdan wesayîtên faşîstên AKP-MHP'ê. Her wiha di 20.12.2023’yan de li Avcilara Stenbolê û di 23.12.2023’yan de jî li Arnavutkoya Stenbolê wesayîtên faşîstên MHP’ê şewitandin.

Têkoşîna ku girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û çareseriya pirsgirêka Kurd daye destpêkirin, têkoşîna me hemûyan e. Di vê têkoşîna rûmetê de her çalakiya ku em li dijî rejîma qirker, faşîst a AKP-MHP'ê pêk bînin, deynê stûyê me ye."