YPJ: Êrîş ne li derveyî agahiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ye

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê got: ” Ev êrîşa Tirkan a ku li hemberî hêzên me pêkhatî ne li dervayî agahiya hêzên Koalîsyona Navnetewî ye. Li hemberî van êrîşan bêdengmayîna koalîsyonê vê yekê sererast dike û rewa dibîne.”

Têkildarî êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a li ser Qereçox û Şengalê, Fermandariya Giştî ya YPJ`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

“Di şeva 25.04.2017’an de, dewleta Tirk a dagirker êrîşî  hêzên me yên leşkerî yên Rojava yên YPG û YPJ’ê kir, di heman demê de êrîşî gelê me yê Şengalê û hêza parastina wê YBŞ û YJŞ’ ê  kir.  Di encama van êrîşên hovane de bi giştî 20 hevalên me tevlî nav kerwanên şehîdan bûn. Herwiha, 18 hevrêyên me jî birîndar bûn. Ji van hevalan 12′ jê hevalên me yên YPJ’ê ne. Armanca  êrîşên dewleta Tirk a dagirker pûçkirin û astengkirina hemleya Xezeba Firatê ye, ku li hemberî DAIŞ’ê tê lidarxistin û bi wê armancê ye ku DAIŞ`ê ji tinekirinê xelas bikin. Ev êrîş li hemberî hemû destkeftiyên gelê Kurd e, ku ti carî dewleta Tirk jê re tehemûlê nake û ji ber ku di vê êrîşê de herî zêde hêzên jin hatine hedefkirin, dijmintiya li hemberî jinê û tekoşîna azadiya jinê ye.

Ev êrîşa hovane xwe dispêre hevkariya PDK’ê ya xayîn. Weke tê zanîn PDK bi vê hevkariya xwe re,ev êrîş re rewa kir. Di aliyekî din de jî tevî ku hêzên YPG û YPJ’ê di kêleka Koalîsyonê  de di şerê li hemberî DAIŞ’ê de cihên xwe digirin, ji bo parastina rûmeta mirovahiyê erkeke bêhempa girtin ser xwe. Ev êrîşa Tirkan a ku li hemberî hêzên me pêkhatî ne dervayî agahiya hêzên Koalîsyona Navnetewî ye. Li hemberî van êrîşan bêdengmayîna koalîsyonê vê yekê sererast dike û rewa dibîne. Ji aliyê tevgera tekoşîna azadiya jinê de rewakirin qet nayê qebûlkirin.

Lewre, li dijî van êrîşan pêwîst e hemû hêzên Kurdistanî û gelê Kurd helwesta xwe ya netewî nîşan bide. Weke Yekîneyên Parastina Jin, em bangawazî li hemû kesî dikin ku ji bo azadiya jinê têdikoşîn bila bibin xwedî helwest û rol li hemberî dijmintiya AKP’ê ya ku bi jinê re dike. Banga me li hemû jinên tekoşerên azadiyê re ev e ku em  hevbeşiya tekoşîna parastina mafê jin bilindtir bikin û di her qadê de bi rengekî hevgirtî tevbigerin. Di serî de jî em bangî hemû jinên Kurd dikin ku li her derê cîhanê li dijî van êrîşan bertekên xwe bi rengekî rêxistinî nîşan bidin û xwedî li hêza parastina xwe derkevin. Zihniyeta ku hem gelê Kurd û hem jî jina azad hedef digire riswa bikin. Careke din em hemû hevalên xwe yên tevlî kerwanên şehîdan bûne bi bîrtînin û helwesta me wê geşkirina têkoşînê be.’’