YJŞ: Em soza hilanîna tola jinên Êzidî ne

Fermandariya Giştî ya YJŞ'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û got, "Weke YJŞ em soza hilanîna tola jinên Êzidî û hemû jinên cîhanê ne."

Di daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de hat gotin, "Hevrêya me Têkoşîn Serhed bi ruhê fedayî yê ji Bêrîvanan wergirtî, di berxwedana Xanesorê de bedena xwe di rêya azadî û berxwedanê de kir sîper û baweriya vîna jinê nîşan da."

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Giştî ya YJŞ'ê de wiha hat gotin:

"8'ê Adarê roja mezinkirina berxwedanê ye li dijî desthilatdarî û zîhniyeta serdestiya mêr. Haya me ji desthilatdariya hovane û êrîşên li dijî mirovahiyê yên DAIŞ û hevalbendên wê yên li dijî jinên Êzidî heye. Îro, ruhê berxwedana jinê ye ku ti carî serî li ber mêrê serdest netewandiye. 8'ê Adarê, ji Roza û Clara heta Sarayan û Berîvanên roja îro, sembola têkoşîn û berxwedana jinên cîhanê ye.

Komkujiya ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê hat kirin, herî zêde bandor li jinan kir, ku di vê komkujiyê de jin hatin kuştin û hatin firotin. Jin di heman demê de dibin qurbanê zîhniyeta xiyanetê. Êrîşa dawî ya li Xanesorê jî vê radixe pêş çavan."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Hevrêya me Têkoşîn Serhed bi ruhê fedayî yê ji Bêrîvanan wergirtî, di berxwedana Xanesorê ya dijî xiyanetê de bedena xwe di rêya azadî û berxwedanê de kir sîper û baweriya vîna jinê nîşan da."

Fermandariyê destnîşan kir, ku divê ew hê bêhtir li ber xwe bidin, têbikoşin û got, "Weke YJŞ, em soza hilanîna tola jinên Êzidî û jinên cîhanê ne. Em, felsefeya jina azad û jiyana azad a Rêber Apo ji xwe re weke pîvana bingehîn dibînin û ji bo xwe li ser vê bingehê bihînin kesayetên azad, têdikoşin. Di şexsê hevrêyên me Ş. Armanc, Ş. Bêrîvan, Ş. Jiyanda, Ş. Vînar û Ş. Têkoşîn de em vê rojê di destpêkê de li rêberê mirovahiyê Rêber Apo, hemû jinên berxwedêr û têkoşer pîroz dikin û soz didin ku em ê erk û wezîfeyên xwe yên demê bi cih bînin."