YJŞ: Em ê li ser rêya rêheval Zîlan Cûdî bimeşin

YJŞ'ê di derbarê yek ji Fermandara YJŞ'ê Zîlan Cûdî de daxuyanî da û wiha got; "Di şexsê rêheval Zîlan Cûdî de em soza tolhildana hemû şehîdên ferman û şoreşê didin."

Fermandariya YJŞ'ê têkildarî Fermandar Gonca Gungor (Zîlan Cûdî) ya ku dema li ser erka xwe jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YJŞ'ê de wiha tê gotin;
"Şopên fermana 73’emîn a ku gelê me di pêvajoyekî giran de derbas bû di roja me ya îro de jî xwe dide nîşandan de û gelê me yê Êzidî bi bedelên mezin xwe gihand roja me ya îro û xwe ji tunebûnê ava kir. Lê belê, bi bûyîna rastiya têkoşîna me, bi sedan kes ji bo azadî û parastina gelê me yê Êzidî wek fedaî heya xwîna xwe ya dawiyê berxwedaneke mezin nîşan dan û gihiştin şehadetê. Rêhevala me Zîlan Cûdî ya ku ji Dêrsimê xwe gihand çiyayên Şengalê jî, vê erka xwe heya dawiyê bi cih anî û di nav rêhevalên me yên nemir de cihê xwe girt.

Rêhevala me Zîlan Cûdî (Gonca Gungor) yê ku di sala 2008’an de tevlî tevgera me ya azadiyê bûye,di  21’ê Nîsanê dema bi komek hevalan re li ser erk e, bi mayîna ku DAIŞ’ê berê li vê qadê bi cih kiriye, gihiştiye şehadetê.

Rêhevala me Zîlan Cudî ya ku ji Dêrsimê berê xwe da Şengalê û ji bo tolgirtina fermana di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, di nav refên YJŞ’ê de cihê xwe girt. Rêheval Zîlan di çeperên herî pêş de cihê xwe girt, bi biryar û eşqa tekoşînê şer kir, erka pêşengtiyê girt ser xwe. Heval Zîlan a ku bi sekna xwe ya jiyanê û bi biryarbûna xwe ya şer xwedî kesayeteke mînak e, li Şengalê kedeke mezin da û têkoşîna berdewamiya Binevş û Bêrivanan ji xwe re wek hedefek dabû diyarkirin. Bi vî awayî hevala me Zîlan ya ku xwe gihand fermandarbûnê, di nav YJŞ’ê de mîsyona pêşengtiyê girt ser xwe. Rêheval Zîlan her tim dida diyarkirin ku tenê yek armanca wê heye; bi tolgirtina fermana li Şengalê hatiye jiyîn, heya bidestxistina azadiya jinên Êzidî yên ku hîna di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne.

Ji bo xeyalên rêheval Zîlan bidin jiyîn, li ser şopa wê em ê bimeşin û ji bo bidestxistina azadiya hemû jinên Êzidî em soza geşkirina şer dubare dikin û em ji bo gelê me sersaxiyê dixwazin.

Em wek fermandariya YJŞ (Yekîneyên Jinên Şengalê) ji bo malbata welatparêz ya Gonca sersaxiyê dixwazin, soza bilindkirina têkoşîn û tolgirtina rêhevala me Zîlanê didin.
Nasnameya Fermandara YJŞ'ê Zîlan Cûdî wiha ye;
Nasnav: Zîlan Cudî
Nav û Paşnav: Gonca Gungor
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Edene/1992
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Kemal
Cih û Dîroka Şehadetê: 21’ê Nîsanê 2017/Şengal"