YJK-S û CDK-S’ê banga tevlêbûna meşa li Dusseldorfê kir

Saziyên Kurdistanî amade ne ku bi awayekê bi heybet li dijî çekên kîmyewî li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bimeşin. CDK-S û YJK-S’ê cihê rabûna wesayîtan eşkere kir û banga ji bo tevlêbûna meşê kir.

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) têkildarê meşa ku 12’ê Kanûnê wê li Dusseldorfê bê lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî da û banga tevlêbûna meşê kir. CDK-S û YJK-S’ê di daxuyaniya xwe de cihê rabûna wesayîtan eşkere kir.

Di daxuyaniya CDK-S û YJK-S’ê ev tişt hatin diyarkirin: 

“Van rojên ku wê Têkoşîna Azadiya ya Kurdistanê bikeve sala xwe 50’yemîn a serkeftinê, em rû bi rûyê êrîşên mezin ên qirkirinê ne. Kurd ku cara yekemîn e ewqas nêz bûye ku azad bibin û bibin xwedî statu, bi konsepteke navneteweyî ji her aliyî ve rû bi rûyê êrîşan in.

Dîktatoriya AKP-MHP’ê hemû hebûna xwe daye ser înkar û qirkirina Kurdan, sûcên li dijî mirovahiyê dike û hemû cîhan çavên xwe jê re digire.

Kurd û Gerîlayên azadiyê ku rû bi rûyê êrîşên mezin in berxwedana xwe ya herî mezin nîşan didin. Gerîlayên Azadiyê ku di demên herî zor de xwe ji ariya xwe afirandiye wê vê demê jî bi ruhê berxwedanê bi ser bikevin.

Em Kurdistanî, ji tu dewlet ya jî saziyê naxwazin ku bibin aliyekê mijarê lê dixwazin dev ji vê bêdengî û nankoriyê berdin. Em li hêviyê ne ku OPCW şandeyan bişîne û sûcên li dijî mirovahiyê teşhîr bike. 

Heta ku saziyên çavên xwe ji hovîtî û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê re digirin, bi erka xwe rabibin, di serî Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan ji bo ji gerîla re bibin nefes wê li berxwedan û çalakiyên demokratîk dewam bikin.

12’ê Mijdara 2022’yan ku sazî û partiyên Kurdistanî wek ‘Roja Grevê ya Neteweyî’ ragihandiye, em bang li hemû Kurdistaniyên li Swîsreyê û li welatên Ewropayê li sirgûniyê dijîn û dostên wan dikin ku bi çalakiya 12’ê Mijdarê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji saet 10:00’an û pê ve jiyanê rawestînin. 

CIH Û SAETÊN RABÛNA WESAYÎTAN

Saet û cihên rabûna wesayîtan li Swîsreyê:

"11’ê Mijdarê roja Îniyê

Wîntherthûr

Archof (Wintherthûr Bahnhof), saet: 22.00

St Gallen

Navnîşan 1: Rogensbergstrasse 59, 9000 St Gallen, saet: 20.30

Navnîşan 2: Poststrasse 10, 9200 Gossau, saet: 20.45

Zûg

Hînterbergstrasse 18, 6330 Cham saet: 22.00

Basel

Elsässerstrasse 215, 4056 (Ber Navenda Civakê ya Kurd a Baselê) saet: 23.00

Zurîh

Navnîşan 1: Chûrerstrasse 120, 8808 Pfäffikon saet: 22.00

Navnîşan 2: Steînwîesenstrasse 1, 8952 Schlîeren saet: 22.30

Cenevre

Pl. Dorcîère 1201 Genève (Gare Routière) saet: 21.00

Lozan

rûe de la Borde 12, 1018 Laûsanne saet: 22.00

Lûzern

Parkplatz 6005 Lûzern saet: 22.30

Aaraû

Sägestrasse 46, 5600 Lenzbûrg saat: 22.45

Solothûrn

Westbahnhof saat: 22.45

Bern

Fîschermättelîstrasse 6, 3008 Bern saet: 00.00.“