YJK-S‘ê ji bo 8'ê Adarê bang kir
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê bi dirûşmeya “Li ber xwe bide, xwe rêxistin bike û azad bijî!" ji bo 8’ê Adarê banga tevlîbûna çalakiyan kir.
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê bi dirûşmeya “Li ber xwe bide, xwe rêxistin bike û azad bijî!" ji bo 8’ê Adarê banga tevlîbûna çalakiyan kir.
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, “Li dijî qirkirina jinan; Di çarçoveya pêngava “Dema Parastina Jina Azad û Civaka azad e” roja çalakiyan a ku wê 12 rojan bidome aşkera kir.
YJK-S'ê diyar kir ku wê starta çalakiyan di 1’ê Adarê de bidin û banga tevlîbûnê kir.
YJK-S’ê anî ziman ku weke jinên Kurd ên ku li ser bingeha pêngava “Dema parastina jinên azad û civaka azad e” ku sala xwe ya duyemîn li pey xwe hiştiye, berxwedan û têkoşînê dimeşînin, em ê 8’ê Adara 2022’an bi dirûşmeya “Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bijî!" li qadan bin.
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Çalakiyên ku wê di navbera 1-12'ê Adarê de li Swîsreyê bên lidarxistin wiha ne:
Zurîh
Di 5’ê Adarê de di saet 13.30’an wê bi platformên jinên Swîsreyî û koçber re meş û mîtînga hevpar bê lidarxistin.
Navnîşan: Ecke Bahnhofstrasse- Oetenbachgasse, beim Brunnen 8001, Zurîch
Basel
Di 12’ê Adarê de di saet 16.00’an de wê li Theaterplatzê meş û mîtînga hevpar bê lidarxistin.
Winterthur
Di 8’ê Adarê de di saet 19.00’an de meş û mîtînga hevpar.
Navnîşan: Steinberggasse, 8400, Wintherthur
Bern
Di 8’ê Adarê de di saet 18.00’an li Schutzenmatte meş û mîtînga hevpar.
Cenevre
Di 6’ê Adarê de di saet 15.00’an de bi saziyên jinan re meş û mîtînga hevpar bê lidarxistin.
Her wiha wê li Navenda Civaka Kurd şano were pêşandan.
Biel
Di 9’ê Adarê de di saet 15.00’an de li Navenda Civaka Kurd bi platformên jinan re çalakiya hevpar bê lidarxistin.
Navnîşan: General-Dufour-Strasse 60, Biel
Lozan
Di 5'ê Adarê de standa agahdarkirinê û di 8'ê Adarê de di saet 18.00 de meş û mîtînga hevpar a bi rêxistinên jinan re.
Adres: St François, Lausanne
Luzern
Di 8’ê Adarê de di saet 16.00’an de li Bahnhofplatzê bi platformên jinan ên cuda re meş û mîtîng were lidarxistin.
Her wiha di navbera 1-12’ê Adarê de wê bi wesîleya 8’ê Adarê bi pêşengiya YJK-S’ê li hemû herêmên Swîsreyê çalakiyên weke panel, semîner, şano û hwd were lidarxistin.