YJK-S’ê banga tevlêbûna Mihrîcana Sakîne Cansiz kir

YJK-S’ê, banga ji bo tevlêbûna Mihrîcana Sakîne Cansiz kir. Mihrîcan, wê 25’ê Hezîranê li Zurîhê bê lidarxistin.

25’ê Hezîranê wê li qada Kasernenareal a bajarê Zurîh ê Swîsreyê Mihrîcana Jinan a Sakîne Cansizê bê lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê bi daxuyaniyeke nivîskî bang ji bo tevlêbûnê kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Mihrîcana Jinan a Sakîne Cansizê, bi têkoşîna bi heybet a jinan a li Kurdistanê û cîhanê, dikeve sala xwe ya dehemîn. Em hemû jinên Kurdistanê û dostên xwe, bi şiara ‘’Bi jin, jiyan, azadiyê, ber bi şoreşa jinan ve” 25’ê Hezîranê li Zurîhê li mihrîcanê tên ba hev.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha gotin: “Em mihrîcana xwe ya îsal, dikin diyarî ji Evîn Goyî re ku bi êrîşa faşîzan a feraseta mêrserwer li Parîsê hat qetilkirin. Wek ku Sakîne Cansiz gotiye, her bizaveke jinan a ji bo azadî û wekheviyê, şoreş e.”

‘EM Ê DENGÊ JINÊN BERXWEDÊR BIKIN YEK’

 Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin destnîşankirin: “Herî dawî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma bi êrîşa dewleta Tirk a dagirker hatin qetilkirin. Ev êrîşa bi nemerdî boneyek e ji bo têkoşîna me.

Li dijî zext, cihêkirin, mêtingerî, emperyalîzm û bavserweriyê, bi girêdayîbûna bi bîranîna jinên berxwedêr ve, em bang li hemû jinan dikin ku tevli Mihrîcana Jinan a Sakîne Cansiz bin.’’

YJK-S, TekoJin, Women Defend Rojava, Medîco International, Frauen Lesben Kasama, ADKH, FIST, SKB, PDA, Jinên Nû, FEDA, Frauenstrtreik, Kollektive Zurich, Solifonds, Frauenbundnis, WILPF, BFS, Bruckenschlag, Zurich-Amed, BASTA, SP, AL di nav komîteya amadekar de ne.