YJK-E'yê hewildana qetlîamê ya li Hambûrgê şermezar kir
YJK-E’yê zilamê ku hewil dabû li Hambûrgê qetlîamê bike şermezar kir û banga mezinkirina rêxistinbûyînê kir.
YJK-E’yê zilamê ku hewil dabû li Hambûrgê qetlîamê bike şermezar kir û banga mezinkirina rêxistinbûyînê kir.
YJK-E’yê îro di derbarê zilamê ku hewil dabû ku li Hambûrgê hevjîna xwe ya berê û zarokên xwe bikuje, daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev vê weke hewildanek êrîşek ji rêzê na nirxînîn. M. S. ya ku 7 sal berê hatî berdan û zarokên wê yên ku ji aliyê hevjînê wê yê berê ve rastî hewildana qetlîamê hatîn, derket balkonê û bi gotina, ‘Ezê hemûyan bişewitînim’ em dibînîn ku zîhniyeta zilamsalariyê xwe dide der. Ev êrîş dide diyarkirin ku dewlet û saziyên girêdayî wan jinê naparêzin, pêwîst e ku tevbîrên pêwîst yên ji bo parastina jinê têxin meriyetê."
YJK-E’yê bang li însiyatîf, komîn û meclîsan kir ku çalakiyan bikin.