YJK-E kongreya xwe li Darmstadtê pêk anî

YJK-E kongreya xwe ya 3’emîn li Darmastadtê pêk anî. Di kongreyê de peyamên mezinkirina berxwedana û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayîn.

Yekîtiya Jinên Kurdistan a Elmanya 3’emîn Kongreya xwe li li salona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Darmstadê pêk anî. Li gorî tedbîrên li dijî şewbê gelek delege tevlî konferansê bû û Gulistan Aksoy (Hîvî Gabar) a demek bû li Berlînê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn.

‘ROJEVA ESASÎ AZADIYA RÊBERTÎ YE’

Zeynep Dersim di kongreyê de axivî diyar kir ku di kesayetiya Leyla Zîn, Esmer Ararat û Nûda de têkoşîna jinê wê bilind bikin û got: “Berxwedana Heftanîn berxwedanekî dîrokî ye. Haftanîn nîşa me da bê ka em ê çawa li ber xwe bdin.”

Dersim bal kişand li ser lihevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û got: “Rojeva esasî ya me azadiya Rêbertiyê ye. Em ê berxwedana Heftanîn û li dijî qetilkirina jinê têkoşînê mezin bikin.”

Ji TEV-ÇAND’ê Narînxan Cizîrî jî axivî û diyar kir ku li dijî sîstema mêr têkoşîneke ya gelî dikin û got: “Mamsoteyê jiyanê jin e. Divê hemû jin li malê bi Kurdî bi zarokên xwe re baxive.”

Nûrten Soran a ji Wupertalê tevlî kongreyê bûbû axivî û got: "Em bi gel re neaxivîn û hevdîtinan nekin em nikarin pêşketinek çêbikin. Bi derbaskirina van pirsgirêkan enceq em dikarin bi hêz bibin."

Ji TEKO-JIN Jiyan jî daxwaz ji malbatan kir ku rê bidin zarokên wan bi jinên ciwan re bicivin.

Ji komîsyona civakî Gulistan jî got: "Em ne mêhvanên vê têkoşînê, em xwediyê wê ne."

Axîn jî got: "Li dijî me êrîşên berfireh hene. Divê em bi komîn û meclîsên xwe bi hêz li dijî vê têkoşînê bikin.

Hevseroka FCDK-KAWA Songul Çelîk jî got: “Tevgera Kurd û jinên Kurd ji bo cîhanê bûye mînak. Ji bo gihiştina vê nûqteyê kedekî mezin a Rêbertiyê heye. Têkoşîna Tevgera Kurd çandekî nû ava kir.”

Kongre bi nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna jinê û hilbijartina rêveberiya ji 5 kesan û guhdarkirina mûzîka çanda NCKD bi dawî bû.