YJK-E: Em li Dusseldorfê bibin dengê gerîla

YJK-E’yê ji bo meşa di 12’ê Mijdarê de ya ku wê li Dusseldorê were lidarxistin bang kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya YJK-E'yê de hat gotin, "Erdogan û koalîsyona wî ya faşîst MHP dema ku polîtîkaya wan a qirkirinê bi ser neket, ji meha Nîsanê vir ve bi çekên kîmyewî êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kir û hewl dide di siyaseta navxweyî de xwe rizgar bike.”

tifaqa wî ya faşîst MHP'ê ji meha Nîsanê û vir ve ku polîtîkaya qirkirinê têk çû, bi êrîşên bi çekên kîmyewî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hewl dide xwe di siyaseta hundir de rizgar bike."

EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEVLÎ MEŞÊ BIBIN

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li hemberî vê yekê şervanên azadiyê yên Kurd bi qehremanî li ber xwe didin û nahêlin Erdogan û rejîma wî ya faşîst bi ser bikeve. Kes nema ku qetilkirina 17 şervanên ku bi çekên kîmyewî hatine şehîdxistin nebihîstine.  DYE, Rûsya û welatên Yekîtiya Ewropayê jî destûra vî şerê qirêj dane û bi bêdengiya xwe dibêjin qey ew ê vê pêvajoyê wisa derbas bikin.

Divê em polîtîkayên wan ên durû yên ku heta dawî piştgirîya Ukraynayê dikin, lê dema ku mijar Kurd be, bêdeng dimînin, teşhîr bikin. Em bang dikin ku li dijî çekên kîmyewî di 12’ê Mijdarê de em li Dusseldorfê bi ruhê seferberiyê tevlî meşê bibin.. Dem hatiye ku em perdeya tirsê ya li ser me hatiye ferzkirin biqetînin, destkeftiyên xwe biparêzin.

Bi vê wesîleyê di serî jin em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî meşa li Dusseldorfê bibin û bi tevlêbûna meşê re em bibin deng û nefesa şervanên azadiyê yên Kurd."