YJK-E: Divê di sala 2017'an de jiyana azad bê avakirin

YJK-E wiha got: "Sala 2017'an ji bo xuliqandina jiyanek wekhev, adil û azad wê bibe sala têkoşîn û serkeftinên mezin.

YJK-E, îro peyamen weşand û wiha got: "Sala 2016'an di serî de li Rojhilata Navîn li gelek cihê cîhanê şer, rondikên çavan û hilweşîn li pey xwe hişt. Li gel rejîmên diktator ên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê desthilatdariya xwe didomandin, belavî qitayên Ewropa û Amerîkayê bûn bi hişmendiyên rastgir-poplîstî dijminahiya xwe ya li dijî nirxên mirovahiyê mîna 'Azadî, wekhevî û edaletê' bi awayekî bêperwa aniye ser ziman."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku weke hemû demên tarî di pêvajoyên zext û zordariyê de yên ku herî bandor bûne jin û zarok in. Di dewama daxuyaniyê de balkişand ser van xisûsan: 

"Jin û zarokên bi her awayî di rêyên koçberî, qetlîam û di nava şer de bûne mexdûrê sîstema baviksalarî, modernîteya kapitalîst.

Li beramberî vê bi taybet di sala 1016'an de berxwedana xwerêveberiyê û xweparastiyê ya li Kurdistanê di pêşengtiya jina Kurd de bi rê ve çû û bûn sembola serîrakirina li dijî zilma jinê. Di demê nêzî de ku tarîtî ronî kir, dema ku Kurd bi qirkirinê re hate derbaskirin, bi têkoşîna xwe xwe da nîşandan. Di vê pêvajoay de ku her diçe li Tirkiyeyê faşîzmim xwe bi sazî dike, Têkoşîna Azadiya Kurd û şervanê vê têkoşînê ya bêeman jina Kurd, li ser bingehê azadiya gelan bi awayekî zelal derkete ber çavê cîhanê. Tevgera Jina Kurd li Kurdistan û her deverê ku rêxistina xwe daye avakirin, têkoşîna xwe ne tenê ji bo jina Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê û ji bo azadiya gelan ji bo avakirina sîstema demokratîk modelek nû dide avakirin.

'SÎSTEMEKE AZADIYA JINÊ Û DEMOKRATÎK'

Li ser vî bingehî, ji bo avakirina jiyaneke wekhevî, adil û azad wê sala 2017'an ji bo me bibe sala têkoşîn û serkeftinê. Em jî weke YJK-E li welatê Ewropa li hemû cihê ku rêxistinê me hene, ji bo sîstema azadiya Jinê û demokratî ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn bingehê wê hate avêtin bê xûliqandin bang li hemû jinên cîhanê dikin ku bi hev re bikevin tevgerê. Bi vê wesîleyê li dijî faşîzmê û mêtîngeriyê ji bo bilindkirina azadî û mezinkirina hêviyên jiyaneke nû sala nû pîroz dikin, di wê hêviyê de ne sala 2017'an ji bo hemû gelên cîhanê aştî û azadiyeke mayînde bîne."