YJA Star: PKK tevgera hêviyê ya gelan e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "PKK tevgera hêviyê ya gelan e. PKK biryardariya li ser mirovbûnê ye."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera damezrandinê ya 45'emîn a PKK'ê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"27'ê Mijdarê ya îsal salvegera 46'emîn a partiya me, her wiha sala 51'emîn a têkoşînê ya Rêberê me ye. Em sala 46'an a vê salvegerê li çeperên xwe yên ku berxwedana me lê gihîştiye asta herî bilind, bi coşa mezin a baweriya bi serketinê pêşwazî dikin. Rêberê xwe yê ku em gihandiye vê astê bi hezkirin, hurmet û hesreteke mezin silav dikin, vê rojê di serî de li Rêberê xwe, li hemû hevrêyên xwe yên li zindanan li ber xwe didin, li malbatên şehîdan, li gelê me yê welatparêz ên dil dane doza PKK'ê û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Ji Hakî Karer heta bi Axîn Mûş, Jîndar Rûmet Meyaser, Andok û Egîd Kobanêyan, hemû hevrêyên xwe yên kedeke mezin dan û di xeta fedaî ya Apoyî de tevlî karwanê nemiran bûn bi hurmet û minet bi bîr tînin û soz û biryardariya xwe nîşan didin ku ji bo bîranîna wan em ê berxwedana xwe bi serketinê tacîdar bikin.

PKK BÛYE PÊŞENG Û JI BO TEVAHIYA CÎHANÊ BÛYE ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ

Partiya me bû rewşa şênber a vejîna gelekî û nîv sed sal e şerekî mezin ê mayinê dimeşîne. Di serdema heyî de ev şer di asta herî bilind de li Zap, Girê Amediyê, Girê Cûdî, Şehîd Pîrdogan û li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Pêşengê vê berxwedana bêhempa ya ewladên herî hêja yên gelê me Rêber Apo ye. Rêber Apo ji roja destpêkirina meşa azadiyê û heta niha ji bo kêliyekê jî tawîz ji exlaqê azadiyê neda. Ev sekna bi pîvan a Rêber Apo li nava gelê me bû karakter û li nava PKK'ê veguherî pêşengiyê ku ji bo tevahiya cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Bi taybetî jinên Kurd di şexsê Sarayan de hîn ji destpêkê ve tevlî nava tevgera PKK'ê bû û vê yekê kir ku PKK bibe partiyeke jinan. Ji berv ê jî jinên ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' gihîştin hev, bûn mînaka herî şênber a nîşandana vê cewhera jinê ya li nava PKK'ê. PKK ku partiya bindestan, gelên tune têne hesibandin, jin û ciwanan e, li nava hemû beşên civakê hişmendiya xweparastinê afirand û destnîşan kir ku amûra herî bi bandor a azadiyê ye. Yên ku herî zêde xwedî li vê derketin jî jin bûn. Ji Rojava heta bi Şengalê bi regnê wYPJ û YJŞ'ê hêzên xweparastinê yên jinan xwe bi rêxistin kirin. YJA Star jî ku zêdeyî 30 sal in li çiyê weke amûra herî bi bandor a azadiyê têdikoşe, bîrdariya rûmetê ya jinê ye ku li nava PKK'ê hatiye afirandin. Jinên ku pê hesiyan, eger nebin xwedî xweparastinê wê bibin kole û mehkûmî tunebûnê bibin, li nava PKK'ê gihîştin hev, bûn PAJK'î, bûn YJA Starî û têkçûna dîrokî ya jinan veguherandin serketinê. Lewma PKK partiya serketinê ya jinan e. PKK qada jiyanê ya bingehîn e ku jinan destketiyên xwe yên herî mezin lê afirandine. Jinên ku li nava PKK'ê jinûve vejîna xwe pêk anîn, bûn hilberînerên civaka nû, yanî jiyana nû. Jinên li nava PKK'ê bûn xwedî îrade, ew civak e ku bûye xwedî îrade û ji bo azadiyê têdikoşe. PKK partiya gelê me, jinan û tevahiya mirovahiyê ye. PKK yekane alternatîfa wê yekê ye ku rastiya jiyana azad lê şênber bûye.

Afirînerê van pêşketinan hemûyan jî Rêberê me ye. Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê me ji bo pêşîgirtina li van pêşketinan bû. Biryardariya li ser tecrîdkirina Rêberê me jî ji bo wê yekê ye ku dixwazin têkiliya Rêberê me ya bi tevgera me, gel û jinan re bi temamî qut bikin, Rêberê me yê ku timî pêşketinê diafirîne ji hişê civakî bibe. Lê belê ev hewldan di şexsê Rêberê me de 25 sal in têne pûçkirin. Rêberê me bi berxwedana xwe ya 'kêlî bi kêlî' nîşanî me milîtanan û her kesî da ku komplo çawa dikare bê têkbirin. Lewma li hemberî şerê bêexlaq ê li dijî paradîgmaya modernîteya demokratîk tê kirin ku di şexsê gerîla de ev şer tê meşandin, helwesta me ew e ku bi hêza ji Rêberê xwe werdigirin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Rêgeha Leyla Sorxwîn, Axîn Mûş, Destan Botan, Ardem Ararat û bi dehan hevrêyên me yên şehîd bûn, helwesta berxwedêr a sekna Rêberê me bû. Rastiya me ya bingehîn a ku me dide şerkirin ev sekn e ku Rêberê me û şehîdên me nîşan dan.

EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU BIBIN NEFERÊ GOVENDA AZADIYÊ

Weke milîtanên Rêbertî û şopdarên şehîdên xwe, em jî li çeperan e, li çalakiyan e û li ber xwe didin. Bi têgihiştina ku PKK tevgereke ked û tolhildanê ye, mîna Sara û Rûkenan, Rojhat û Erdalan em her roj li dilê mêtingeriyê dixin. Herî dawî çalakiya operasyona şoreşgerî ya li Girê Amediyê ku di encamê de 49 dagirker hatin cezakirin, nîşan da ku milîtaniya PKK'ê ya li ser şopa Rêbertî û şehîdan wê teqez mêtingeriyê têk bibe. Lewma em di wê baweriyê de ne ku biryardariya li ser milîtaniya PKK'ê ku 46 sal in bênavber dewam dike, wê paşerojeke azad ji bo jinan, gelê me û mirovahiyê biafirîne. Em bang li her kesên di lêgerîna azadiyê de ne dikin ku li dora vê berxwedana bi heybet bibin neferekî govenda azadiyê.

Her roja ku derbas dibe bandora PKK’ê belav dibe, neheqiya komploya li hemberî Rêbertiyê me hatiye kirin derdikeve holê û tê fêmkirin ku sûcê qirkirinê li dijî gelê me hatiye kirin. Tevlîbûna 74 welatên cîhanê ji bo pêngava 'Ji Rêbertiyê re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî' ku hatiye destpêkirin û zêdebûna hewldanên derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Her kesê ku PKK’ê nas dike mafdariya xeta PKK’ê ya bîrdozî, siyasî û leşkerî dibîne û tevlî vê têkoşînê dibe. Ev asta ku PKK’ê gihaştiye ji bo gelê me û tevahî mirovahiya cîhanê destketiyek mezin e. Di vê wateyê de PKK li dijî neheqî, newekhevî û biçûk xistinê ye. PKK tevgera hêviyê ya hemû gelan e. PKK’ê navê israra di mirovbûnê de ye. PKK’ê bûyîn pênaseya di sedsala 21’an de birûmet mayîne. Di vê çarçoveyê de em careke din Rêbertiya xwe ya ku di vejîna me ya bi PKK'ê re bû wesîle silav dikin û vê roja pîroz careke din pîroz dikin. Têkoşîna me wê heta dawiyê li ser esasê xwedîderketin û parastina jiyana PKK’ê ya ku ji aliyê Rêberê me ve hatiye afirandin, be.

Weke hêzên YJA Starê bi tecrûbeyên mezin a di şer de me bi dest xistine, em gihiştin asta ku derbên herî bi bandor pêk bînin. Hêza me profesyonel, şerker û fedaî ye. Bi vê hêz û motîvasyonê ti erkek ku em nekaribin pêk bînin tineye, her wiha xwedî hêz û kabîliyeta derbaskirina hemû astengiyan ne. Di vê wateyê de em sala bê li ser esasê parastina destkeftiyên xwe, mezinkirina wan û daxwaza serketfinê pêşwazî dikin. Erkên me yên pêvajoyê zelal in û em amade ne. Di vê pêvajoya ku em her kêliyê di nava berxwedanê de ne, em dizanin ku gelê me jî wê destekê bide berxwedana me ya birûmet û bi hêza ku ji wan distînin ber bi armancên xwe ve bi îradeyekî bênavber dimeşin. Em pêvajoyê bi rastiya milîtanên bi serkeftinê ve xwe kilît kirine pêşwazî dikin û soza xwe û biryardariya xwe ya berxwedanê ya heta dawiyê tînin ziman. Serkeftin wê teqez a fedaiyên ku di xeta Apoyî de li ber xwe didin be."