YJA Star: Helwesta Bêrîtan bû nîşaneya berxwedana bi rûmet

YJA Starê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Bêrîtan bi bîr anî û destnîşan kir ku helwesta Bêrîtan a li dijî xeta xiyanetê bû nîşaneya berxwedana bi rûmet a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 32'emîn a şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di salvegera 32’emîn a şehadeta fermandara xeta berxwedaniya Apo’yî, rêheval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de; em bejna xwe li ber mezinahiya çalakiya wê a bi wate ditewînin, fedayitî û sekna wê a bi rûmet û bi qehremaniyê barkirî rêzdarî bi bîrtînin, her wiha şopandina xeta wê ji bo xwe rêka serkeftinê dinirxînin. Em Rêber Apo ku bû afrînerê helwestên wiha mezintirîn, bi rêzdarî û hezkirineke mezin silav dikin û sala 33'emîn ya artêşbûna xwe weke nirxê azadiyê yê hevpar diyarî hemû jinên berxwedêr dikin. Her wiha em dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe yên Cotmehê re, careke din nîşan didin, ku meha Cotmehê kirin meha berxwedaniya jinê û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Derketina Rêber Apo ji bo hêzên serdest yên xwe li ser perçiqandina mirovan bi hêz dikirin bû lerizîneke tirsê. Herwiha ji bo mirovên bi cewhera azad bû şewqa hêviyeke nû, bû rêzanê rêka jiyana bi rûmet û azad. Fermandar Bêrîtan jî yek ji wan mirovên xwedî hest û ruhekî resen bû, da pey ramanên Roja azad û di oxira serxistina rêgezên wê de canê xwe kir berdêleke giranbuha.

Bêrîtan jineke azad a çiyayên azad e. Asîbûna xwe ji esaleta lutkeyên welatê xwe yên serhildêr girtibû. Wê îxaneta Kurdê kevneşop di azweriya xwe de şewitand, ji kendalên çiyayên bala yên Xakurkê de, ber bi kurahiyên bê binî ve li ber bayê xist.  Bêrîtan toveke ku bi hêviya jiyaneke azad bişkivî û bejin da, her ku şerkir xweşikbû, her ku şerkir azad bû û hate hezkirin. Bi şerê xwe jî wê jiyan fêrî jinê kir.

Heval Bêrîtan bi tekoşîna xwe îsbat kir ku, bêyî şer wê jin azad nebe, da ku jin bibe xwedî îrade û ji xwe bawer bibe şertekî binyadiye ku ew şer û tekoşîneke bê hempa bide meşandin. Bi kesayeta xwe a tekoşer wê şert û mercên herî giran û dijwar derbas kirin û hêza jin di hilweşandina her astengî de jî da nîşan. 

Di demên ku têde nêzîkatiyên bêbawer li hemberî hêza jin dihatin raber kirin û dihate gotin ku jin nikare bi tena serê xwe, xwe rêxistin bike û qabiliyata wê a şer tuneye, cesaret û behremendiyên wê yên şerkirinê lewazin, heval Bêrîtan bi jiyan û sekna xwe, di her kêliyê de girîngiya hebûna xweseriya jin a di nava artêşê de radixe ber çavan.

Eger jin nebin xwedî artêşeke xweser ewê nikaribin bibin xwedî îrade û azadî. Bêyî artêşbûna xweser wê nikaribe tekoşîna azadiyê bi hêz bide meşandin û wê nikaribe civakê jî azad bike. Heval Bêrîtan di ferqa van rastiyan de bû, wê baş dizanî û bawer dikir ku bi artêşbûna jin re, îrade û hêz tê qezenc kirin. Ew xwedî zanisteke bilinde di azadiyê de. Lewra heval Berîtan di artêşbûna jin de xwedî roleke diyarker e. Ji xwe destpê dike û jinê di nava qada şer û çalakiyan de çalak dike û bi vî awayî ew li hemberî zihniyeta zilamsalar tekoşîneke mezin dimeşîne, ji vê tekoşîna xwe jî encamên dîrokî digre. Bi xwe re gelek hevalên xwe tevlî şer dike, jin xwedî hêzeke çawaye, dikare çi bike ji her kesî re nîşan dide. 
Dilêrî û baweriya ku di jinê de pêşketiye, helaye ku lêgerên wê yên jiyaneke azad hîn geştir bibin û zincîrên koletiya hezar salan parça bike. Bêrîtana leheng, ev fêrî jinan kir ku “Jina zeyif û bê hêz tuneye, jina ku ji hêzê hatiye xistin heye” Lewma ew jineke ku gihiştiye vê hêzê û ew militana mînake ji bo hemû jinan. 

Heval Bêrîtan di sala 1992’yan de, di asta fermandara taximê de erk digre. Ew yek ji fermandarên destpêkê ya Artêşbûna Jin e.  Xwe ji hêla bîrdozî, siyasî û rêxistinî de perwerde dike û bi hêz dike. Di jiyanê de gelekî bi bandore û xwedî hêza rêxistin kirinê ye. Ew bi jîrî û têgihiştina xwe ya dijwar ferqa xwe bi diyarkerî datîne holê. Di vegotina hizrên xwe de, heya dawî cesûr û radîkal e. Dizane çawa hevsengiyeke xurt di navbera hest û mejiyê xwe de bihunîne û bi wê tewazinê ve gavên bi tendirust di meşa xwe de bavêje. Lewra bûyina Bêrîtan a jineke azad çavkaniya xwe ji avakirina van taybetmendiyan digre. Wê bi temamî xwe ji zeyifatiyên cîhana zilamsalar pak kiriye û xwe bi azadiyê re kilîd kiriye. Kesayeta wê a asî, bi rûmet, tekoşer, wêrek, bi rêxistin, ji xwe û zayenda xwe bawer, bû ew kevirê esas di avakirina keleha artêşa jin de. Helwesta wê a li hemberî xeta îxanetkar, bû remza berxwedaniya rûmetê di Tekoşîna azadiya Kurdistanê de.

Wê lanet li kevneşopiya Kurdê xayin xwend, her wiha bû darbeyek bi hêz ji nûnerên vê xeta noker re. Li hemberî vê xetê ew bû temsîlvana jina Kurd a ku azadî û rûmeta netewa xwe di ser her tiştî re digre. Di raperîn û serhildanên dîroka Kurdan de, jinên ji bo nekevine destên neyar de xwe ji zinaran de avêtin, Bêrîtan ew jinên bi şeref û azwerî carekedin dane jiyan din. Jina azad û zanista Netewa Demokrat bi îradeya xwe re derxiste lutkeyê.  

Bi hezaran jinên esîl dane ser şopa Bêrîtan, bi bilind kirina rûmeta jin re, wan her Bêrîtan zêde kirin û tekoşîna azadiya jin ji artêşbûyinê ber bi partîbûyinê ve birin. Ala azadiyê bi destekî ji agir û tekoşînê dewrî hevdû kirin, ji zihniyeta zilamê serdest re, ji îxanetê re meydan xwendin û heya henaseyên xwe yên dawî bi qêrîna azadiyê şerkirin. Lewma Bêrîtan ji bo her gerîlayeke YJA-STAR pîvana helwesta berxwedaniyê ye, navenda azweriya her lêgereke azadiyê ye. 

Roja îro li ser her bihusta axa Kurdistanê jinên ku bi azweriya, xwe gihandina kesayeta Bêrîtan bi dilwêrekî li hemberî êrîşên îxanetê û kiryarên wê şer dikin, tekoşîn dikin û li berxwedidin. Bi zanista Bêrîtanî ew bi ezim û îradeyeke nehej, bi yekîtiyeke xurt li hemberî her cûreyê êrîşan radiwestin û dişkînîn. Herî dawî rêhevala me û navhilgira Bêrîtana wêrek, fermandar Bêrîtan Nurhaq Çiya bi fedaîtî û dijwariya biryardariya xwe, şopdariya ji xeta Bêrîtanî û çanda wê a berxwedêr re, ji dost û dijminan re nîşan da. Mîna Bêrîtan Hêvî da ku nekeve destên kirêt, wê pîmê bombeya xwe bi dilekî qewîm kişand û pakrewaniyeke bi rûmet ji bo xwe hilbijart.  Bêrîtan bi şer û jiyana xwe, ji keda Rêber Apo re bû bersiv û hêviyên wê yên bi hêza jin li valahiyê nexist. Li ser heman şopê bi heman bîr û baweriyê bi derbasbûna dehê salan re, Berwar Dêrsîm, Bêrîtan Nurhaq Çiya, Edessa Cejna, Axîn Gabar, Benda Amed, Leyla Sorxwîn, Hejar Zozan, Axîn Mûş ji bo me mamostetiya heman seknê dikin. Ji Serhedê, heya Botan û Amedê, ji Xerzayê heya Dêrsîmê û li tevahiya qadên Parastina Medyayê, hevrêyên Bêrîtan şerê ziwa kirina kokên îxanetkar û dagirkeriyê dimeşînin.

Damarê  îxanetê di şexsê mala Berzanî û PDK’ê de bi heman xedariyê xwe dide jiyan kirin, bi taybetî li Herêmên Parastina Medya’yê ji dewleta Tirk re dibine nefeseke da ku wan ji hilweşandinê xelas bikin, herwiha ji destên wan yên dagirker re dibine hêz, dibine piştevanê şehîd xistina bi dehan ciwanên Kurd û xaka Kurdan pêşkêşî dagirkeriyê dikin. Li beramberî van kiryaran, helwesta Bêrîtanî xwe di pirtûka dil û mejiyê me de zindî digre, her ku diçe bi tecrûbe û berdêlên ku têne dayin re xurt û geştir dibe. Lewra eger di vê xeta îxanetkar de îsrara piştgiriya dijminê Kurda û dagirkeriya Kurdistanê hebe, wê di soza me de jî, heya serkeftina li hember vê ketîbûnê, mezinkirina tekoşînê û dijwar kirina şerê rûmetê hebe. Hîmê ku heval Berîtan ji bo Artêşbûna Jin avêt wê ji nûbûn û pêşketinê ti caran mehrûm nemîne û tekoşîna jina azad a li çiyayê Kurdistanê, weke ku îro bûye îlhama lêgera jinên cîhanê, wê bibe ew şemala ku di roniya wê de şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bigihije serkeftina ebedî. 

Lewra em di dûmahiyê de carekedin salvegera şehadeta fermandara xwe a mezin Bêrîtan Hêvî bi mînetdarî bi bîr tînin û soza şopandina helwesta wê a pîroz didin. Emê şer û tekoşîna wê her bedew û geş bihêlin, dengê tilîiya wê a berxwedêr ji olana zinarên çiyayên Kurdistanê xalî nekin."