YJA Star: Em şehîdên Xerzanê bi hurmet bi bîr tînin
YJA Starê gerîlayên ku li Xezanê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, ‘’Her hevrêya me ya jin a ku li xerzanê şehîd bûne bûne stêrka azadiyê ku rêya me ronî dikin’’
YJA Starê gerîlayên ku li Xezanê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, ‘’Her hevrêya me ya jin a ku li xerzanê şehîd bûne bûne stêrka azadiyê ku rêya me ronî dikin’’
Fermandariya Navendî ya YJA Starê ji bo 10 gerîlayên ku li Xerzanê jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Em 10 hevrêyên xwe yên ku li Xerzanê şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê didine malbatên wan. Sonda me ya girêdanê ya bi bîranînê wan re wê berzkirina têkoşînê be. Ev hevrêyên me yên ku bi girêdayîbûna bi welat û gel re giyanê azadiyê bi xwe re berbiçav kirine, bûne derbirîna asta fedekarî û keda giyanê PKK’ê. Şehîdên me yên Xerzanê bi girêdayîbûna bi Rêber Apo û bi baweriya bi felsefeya azadiyê bi rikdarî di eniya pêş a têkoşîna me de cih girtine û heta ku şehîd bûne jî bi vî giyanî têkoşiyane.’
‘BÛNE SEMBOLÊN PÊŞENGÎBÛNA JINÊ’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Hevrêyên me, gerîlayên YJA Starê yên ku li Xerzanê şehîd bûne Têkoşîn Şoreş, Yildiz Dêrik, Berjîn Agir, Sorxwîn Agir, Amara Roj, Dunya Cûdî bûne sembola pêşengîbûna jinê ya ku bi hişmendiya azadiyê xwe têr û tije kirine’’ û bi domdarî: ‘’Meşa bi îdîa û bibiryar a di felsefeya jinê ya Rêber Apo de di jiyana xwe de û di helwesta xwe ya têkoşînê de berbiçav kirine. Ew bûne hevrêyên ku giyanê hevrêtiyê bi kedê neqişandine, bûne derbirîna girêdayîbûna bi hevrêtiyê ya bi coşdarî. Nazikiya giyanê jinê di şexê her hevrêya me de berbiçav bûye, her yekê rengê xwe li jiyana gerîla zêde kiriye û asta dewlemendiyê ya têkoşîna me derxistiye holê.Hevrê Têkoşîn ku ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî têkoşînê bûyî gewherê xwerû û sirûştî yê parçeyê Rojihilatê Kurdistanê di jiyana xwe de berbiçav kiriye. Hevrê Yildiz Dêrik ku ji Rojavayê Kurdistanê tevlî têkoşîna me bûye, li nav malbateke welatparêz gihaye û bi biryardarî û îdîaya vê xwe tevlî nav têkoşînê kiriye. Giyanê xwe yê bi moral û coşdar li hemû devera ku lê ye nîşan daye, di her karê xwe de bi berpirsyarî tevgeriyaye û bi ser ketiye. Hevrê Sorxwîn Agir di temenê ciwan de tevlî nav refên têkoşînê bûye, bilez bi pêş ketiye, bi îdiaya ku di eniya pêş de cih bigire derbasî qada Xerzanê bûye. Hevrê Amara Roj, Dunya Cûcî, Berjîn Agir bi ked, coşî, giyanê hevpar û azweriya azadiyê tevlî têkoşînê bûne.
‘HETA KU EM AZADIYÊ AVA BIKIN EM Ê TÊKOŞÎNÊ BERZ BIKIN’
Fermandariyê herî dawî got:
Gerîlabûna her jinê gaveke dî nêzîkbûna ber bi azadiya civakê ye.Hevrêyên me yên jin ên li Xerzanê şehîd bûne, heta hilma xwe ya dawî hewl dane ku vê nêzîkbûnê pêk bînin, her yek ji wan bûne stêrikên azadiyê ku rêya me ronî dikin. Ew rêya azadiyê ku wan ronî kirî, ji bo me hevrêyên wan, wê bibe sonda ku em bi bawerî û biryardarî meşa xwe berz bikin. Bi vê wateyê em diyar dikin ku heta ku em tola şehîdên xwe hilînin em ê têkoşîn geş bikin, em layiqbûna bi xeyala wan, avakirina jiyana azad re weke fermanekê dibînin. Em di şexsê şehîdên Xerzanê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin, heta ku em azadiya Rêber Apo pêk bînin, heta ku em azadiya gelê Kurd pêk bînin, em son dixwin ku alaya têkoşîn hildin û li ba bikin.’’