YJŞ'ê bi hêviya paşeroja azad Cejna Êzî pîroz kir

"Em wek jinên Êzîdî yên xwedî hêza parastina hemû nirx û çanda Êzdatî, cejna Êzî li tevahiya civaka xwe ya Êzidî pîroz dikin û bi heviya paşeroja azad heya bidestxistina xweserî û azadiya axa Êzîdxanê soza bilindkirina têkoşînê dubare dikin."

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya Cejna Êzî daxuyaniyek li ser malpera xwe weşand û cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya civaka Êzidî pîroz kir.

Daxuyaniya Fermandariya YJŞ'ê ya ji bo Cejna Êzî wiha ye:  

"Cejna Êzî ya ku kevneşopiya ola Êzidiyatî ye, di serî de li Rêber APO yê ku bi perspektîfên xwe yê demê ronî da me, li hemû gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin. Bi rastiya berxwedana Şengalê ya ku em sala sêyemîn dijîn, di bingeha destketiyên ku me bi saya perspektîfên Rêber APO û qehremantiya şehîdên nemir bi dest xist û bi bilindkirina têkoşînê em soza bidestxistina Şengalek azad û xweser didin.

Yek ji çandên herî dîrokî û kevnar ya Êzdatî, bi hezar salan li hemberî her cure êrîşan hebûn, çand, bîr û baweriya xwe parast û xwe gihand heya roja me ya îro. Her tim bi êrîş û qirkirinên dijwar ên hêzên tarî yê ku bi destê hêzên hegemon hatin afirandin, hat xwestin ku ev çanda pîroz ya ku koka mirovahiyê temsîl dike bê tinekirin. Li hemberî hemû qirkirin û êrîşên hovane yê ku di sala 2014’e jî xwe da nîşandan, di serî de bi destê jinên ku afirînerê vê çanda pîroz û kevnar e, bi sekna gelê xwedî bîr û bawerî, berxwedanî û têkoşînên bilind hatin pêşxistin. Bi fermana 74'emîn re, di şexsê jinê yê ku temsîla vê çanda pîroz e, hat xwestin ku ev çand bê tinekirin. Sedema dîl girtin, kuştin û di bazaran de firotina jinê bi heman armancê hate kirin. Bi vê rengê, ev fermana 2014'e ya ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê bi armanca tunekirina civaka me ya Êzidî hat kirin, bi dengê jin û gelên xwedî bi rûmet vala hat derxistin. Jinên Êzidî yê ku ev çanda kevnar a pîroz bi keda xwe ya bi hezar salan gihandiye heya roja me ya îro; bi hêza xwe ya parastinê YJŞ'ê, îro xwe gihandiye asta parazvaniya vê pîrozahiyê.

Li ser vê bingehê em wek jinên Êzîdî yên xwedî hêza parastina hemû nirx û çanda Êzdatî, careke din cejna Êzî li tevahiya civaka xwe ya Êzidî pîroz dikin û bi heviya paşeroja azad heya bidestxistina xweserî û azadiya axa Êzîdxanê soza bilindkirina têkoşînê dubare dikin. Bi vê armancê banga me ji hemu gelên xwedî çanda pîroz ev e ku; di serî de jinên Êzîdî, hemu kesên xwedî bîr û baweriya vê çanda kevnar xwe di parastina vê çandê de berpirsiyar bibînin û ji bo azadiya civaka Êzidxanê li derdorê fikr û ramanê Rêber APO yê ku azadiya jinê bingeh digre kom bibin û birêxistin bibin."