Yekitiya Star li Silêmanî çû serdana Rêxistinên Jinan

Yekitiya Star li Silêmanî çû serdana Rêxistinên Jinan

Şandeyek ji Yekitiya Star, îro çû serdana Grûba Jiyan a ji 57 rêxistinên jinan pêk tê. Di hevdîtinê de fikir û projeyên hevpar hatin destnîşankirin.

Yeketiya Sitar ku li Başurê Kurdistanê Bajarê Silêmaniyê hevdîtin didomandin, îro danê sibeyê serdana Grûpa Jiyan ku ji 57’ rêxistinan pêk tê kir. Di heman demê de berpirsa Grûpa Jiyan Bihar Munzir li ser navê Grûpê axifî, kêfxweşiya xwe ji bo şandeya Yeketiya Sitar anî ziman û got:” ev serdana şandeya Yektiya Sitar ji bo me xwediyê girîngiyeke dîrokî ye û pir bi wateye, taybet di serdemek bi vî rengî de.”

Bihar Munzir di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser van xalan.”Em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Em dibînin ku Rojhilata Navîn xwe ji nû ve sererast dike helbet rola jin di vê sererastkirinê de pir bi wateye.” 

Bihar Munzir wiha pêde çû” Ev pêvajo ji bo me jinan hem hinek derfetan û hem jî hinek xeternakan bi xwe re tîne. Bi awayekî rêxistinbûyî û bi bandortir beşdariya me jinan a vê pêvajoya veguherîn û ji nû ve sererastkirinê ji bo azadiya me peywireke dîrokî ye, ji lewma ev serdana şandeya Yeketiya Star ji bo hevbeşkirina fikir û pirojeyan pir girînge”. 

Berpirsa Şandeya Yeketiya Star Nujîn Yusif  jî ji bo pêşwazikirina Gruba Jiyan ji bo wan sipasiya xwe anî ziman û got:” Mebesta serdana şandeya me ewe ku em jin li herçar parçeyên Kurdistanê da bikaribin di nava hevsengiyek fikrî de bin û di heman demê de jin ji îro û pê ve pêwîste ku yeketiya xwe li beramberî zihniyeta mêr a desthilatdar xurt bike”. 

Nujîn Yusif di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: ”jin herî zêde ji şer zerarê dibîne ji lewma pêwîste ji her demekê zêdetir jin bikane li her şûnekê an li her paçeyekî Kurdistanê yeksaniya xwe hem di aliyê fikir û hemjî di aliyê ruh de xurt bike”. 

Hevdîtin piştî nîqaş û guftogoyên saatekê bidawîbû