Yekîtiya Jinên Sosyalîst Işik Kûtlû bi bîr anî

Işik Kûtlû, li Parîsê ji aliyê Yekîtiya Jinên Sosyalîst ve hate bîranîn.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a li Fransayê, ji bo bîranîna Işik Kûtlû li Vîllepînteyê pîknîkek organîze kir. Li vê derê helbest hatin xwendin û qala jiyan û têkoşîna Kûtlû hate kirin.

Nûnera yekîtiyê li vir axivî û got, "Vê şoreşgera rewşenbîr û leheng, ruhê xwe, mejiyê xwe yê milîtan şewq dide, ji şoreşgerên ciwan, ji jinan, karker û xizanan re hişt û çû."

Berdevka Yekîtiya Jinên Sosyalîst Esra Asiye Guden, hemû jinên li Kobanê tevlî Kûtlû jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got, "Têkoşîn ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Li Ewropayê jî tê geşkirin. Em jinên şoreşger, di rêya şoreşê de em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin û bi pêş ve biçin."

Guden bal kişand ser Komkujiya Pirsûsê û ji bo bîranîna 20'ê Tîrmehê ya li ber Bataclan a li Parîsê banga tevlîbûnê kir.