Yekîtiya Jinên Kurdistan: Alîkariya me zêdetir ji bo pêwîstiyên jinan e

Yekîtiya Jinên Kurdistan bi rêya kampanya Hana alîkarî pêşkêşî mexdûrên erdhejên Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir û banga alîkariyê li hemû kesan kir.

Piştî erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û beşek Tirkiye yê li Başûrê Kurdistanê li gelek navendan alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê tên berhevkirin.

Yek ji van navendan ku ji aliyê hinek rewşenbîr û çalakvanên siyasî ve li Kargeha Cixare ya Silêmanî bi navê Hana hatiye destpêkirin, alîkariyê berhev dike ji bo mexdûran.

Îro Yekîtiya Jinên Kurdistanê jî alîkariya xwe gihand vê navendê.

‘ERKEKÎ MIROVÎ, EXLAQÎ Û NETEWEYÎ YE’

Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kinêr Abdullah daxuyaniyek da û got: “Em hevxemî û piştevaniya xwe pêşkêşî mexdûrên erdhejê dikin. Em vê alîkariyê weke erkekî mirovî, exlaqî û neteweyî dibînin. Bi rêya kesên dewlemend, dîsa sazî û kampanyayên cuda em ê hemû hewldanên xwe bidin ji bo alîkariyê bidin mexdûrên erdhejê.”

‘ALÎKARIYA ME ZÊDETIR JI BO PÊWÎSTIYA JINAN E’

Li ser alîkariya kirî jî Abdullah ev agahî da: “Di karesatên wiha de pêwîstî bi her tiştî heye. Ji bo wê weke Yekîtiya Jinên Kurdistanê me jî alîkariya xwe pêşkêş kir ku ji pêwîstiyên jinan, zarokan, malbat û xurek in. Bi qasî 50 karton berhem me anî, ev beşeke ji alîkariya me. Her kartonek ji pêwîstiyên esasî bigire heta xurekan hatiye amadekirin û kolîkirin.”