Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê hate avakirin
Li Şengalê bi tevlêbûna 120 delegeyan Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê hate avakirin.
Li Şengalê bi tevlêbûna 120 delegeyan Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê hate avakirin.
Kongreya Yekem a Jinên Ciwanên Êzidî bi dirûşmeya ‘Di xeta Zîlan û Berîvanan de rêxistinbûnê ava bike û îxanetê têk bibe, azadiya Şengalê mîsoger bike’ bi coş û moraleke mezin di 26’emîn salvegera şehadeta şehîd Zîlan de li navenda Şengalê dest pê kir.
Di fermana 3’yê Tebaxê 2014’an de herî zedê jin bi êrîşên dijwar ve rû bi ru hatin. Gelek jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, kuştin û tecavûz kirin. Cîhan bi giştî li hember vê hovîtiyê çavên xwe girtibû lê tenê şervanên Rêber Apo bi hawara gelê Êzidî ve hatin. Piştî hatina şervanên HPG- YJA-STAR û YPG-YPJ hamleyên rizgarkirinê Şengalê dest pê kir. Bi rizgarkirina Şengalê re ji bo pêşî fermanan bigrin gel bi pêşengtiya jin û jinên ciwan ve xwe di her warî de birexistin kirin. Jinên Ciwanên Êzidî ji bo tola jinên Êzidî rakin, bibin bersiva fermanan û pêşî li fermanên nû sal bi sal rexistina xwe mezin dikin. Îro jî wekî bersivdayîna ji fermana re bi nêzikbûna salvegera fermana 74’an kongreya xwe li dar dixin.
Di salvegera şahadeta şehîd Zîlan û bi boneya nêzbûna salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, Jinên Ciwan ên Şengalê di kongreya xwe ya yekem de bi armanca ku bi rexistinbûn û bi hêza jin dawiya fermana bînin kongreya xwe li dar dixin. Îro di saetên serê sibehê de Kongreya yekem a Jinên Ciwanên Êzidî li navenda Şengalê avahiya Meclisa Gel, bi tevlîbûna 120 delegeyan despê kir. Di Kongreya yekem a Jinên Ciwanên Êzidî de Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Jinên Ciwanên Maxmurê jî cîhê xwe girtin.
LI HEMBERÎ FERMANAN EV KONGRE DIBE BERSIV
Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştî vê axaftina destpêkê ji aliya Berdevka Yekîtiya Ciwanên Şengalê Sara Botan ve hate kirin. Sara Botan di axaftina destpêkirina kongreyê de bal kişand li ser keda Rêber Apo û got: “Yekemîn Kongre Jinên Ciwanên Êzidi li hemû jinan pîroz dikin. Ew kongre bersiveke herî mezin a ji dijmin re ye. Di kongreyê de herî zedê keda Rêber Apo heye, ji ber ku ger fikrê Rêber Apo nînbûna ew kombûn çênedibû. Di fermanê de herî zêde jin hate qetilkirin, em soz didin dayikên xwe em ê jinên di destê DAIŞ’ê de ne rizgar bikin. Yên ji vê têkoşînê re pêşengti kirin jin bûn. Em soz didin şehîdên xwe em ê bibin şopdarê van. Em ê ji vir pê de rexistinbûna xwe mezin bikin.”
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ axaftin ji aliyê Berdevka Tekîliyên Derve Suham Şengalî ve hate kirin. Suham yekemin Kongreya Jinên Ciwan di serî de li Rêber Apo û hemû jinan pîroz kir û got: “Rexistinbûna Jinên Ciwan di vê demê de pir girîng e, ji ber ku li ser welate me li hember jinan êrîşên pir dijwar heye. Herî zedê jin bû kurbana êrîşan ji ber vê jin birexistinkirina xwe bibe bersivê herî mezin ji dijminan re. Ew kongre bibe heviya xweseriya Şengalê û hêzkirina jinên Êzidî.”
‘EV KONGRE BI KEDA ŞEHÎDAN Û RÊBER APO TÊ LIDARXISTIN’
Her wiha ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Fermandara Giştî a YJŞ’ê Viyan Hebabî jî axivî. Viyan di axaftina de li ser girîngiya xwe birexistinkirin û parastinê axivî û wiha dewam kir: “Ew kongre bi keda şehidan û Rêber Apo tê lidarxistin. Em di şexsê şehîd Zîlan de kongreyê li hemû jinan pîroz dikin. Di nav civakê de bi dehan pêşengên jin derketin û piraniya wan niha şehîd in. Em bawer in ku ew kongre bibe bersiva êrîşên dijmin ên li ser gel. Ev kongre ji dijmin re bibe bersiv ku em di vê axê de hene û jiyan dikin. Pêwîst e hemû Jinên Ciwanên Êzidî li hember êrişên dijmin bibe xwedî helwest. Heqê me ye parastina xwe bikin, heye kes nikarê ji me re bêje hûn çima parastina xwe dikin. Ji ber di vê axê de şer kirî û şehîd dayî em in. Em ê xwedî li şehîdên xwe û axa xwe derbikevin. Jinên ciwan pêşeroja civakê ne, heke rêxistina ciwanan xurt be serkeftina wî gelî mîsoger e.”
Piştre perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin û Kongre berdewam dike.