Yekemîn dewreya şervanên YPJ'ê yên Ereb bi dawî bû

Li Akademiya şehîd Hebûn Enteriyê, yekemîn dewreya şervanên YPJ'ê yên Ereb pêk hat. Dewreya bi navê Şehîd Zîlan Heleb ya bîrdozî û leşkerî bi merasîmeke leşkerî li herêma Eyîn Îsa bi dawî bû.

Dewreya Şehîd Zîlan Heleb a ku ji pêkhateyên Ereb hatibû destpêkirin di roja mizgîniya tinekirina çeteyên DAIŞ'ê de temam bû. 

Dewre bi merasîma leşkerî û sondaxwarina 24 şervanan hate bidawîkirin. Di merasîmê de ji Fermandarên YPJ'ê, Roj Xabûr, Newroz Agîd, Kurdistan Serêkaniyê û fermandara akademiya Şehîd Hebûn Newroz Sîdar amade bûn. Fermandara akademiyê Newroz Sîdar xilaskirina perwerdeyê li şervanan pîroz kir û got; "Em jin; pêwîstiya me bi zanebûn û xwe perwerdekirinê heye. Ji ber ku jin di nava civakê de çavkaniya hêz û pêşxistina jiyanê ye. Em li ser navê fermandariya akedemiyê di karê we de serketinê dixwazin."

Piştî axaftinê şervanan sond xwarin û nasnameyên xwe wergirtin.

Şervanên akedemiyê jî nêrînên xwe anîn ziman û gotin, ev perwerde ji bo moral û hêzeke mezin daye wan. Şervanan gotin, "Ji ber ku dawîkirina perwerdeya me rastî mizgîniya têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê di warê leşkerî de hat ev jî ji bo me kêfxweşiyeke cuda ye."