Ya Basta!: Çîroka rêxistiniya vîna jinê
Pirtûka "Compañeras: Çîroka Jinên li nava Zapatîsta" qala jinên li nava Zapatîstayan û vîna wan dike.
Pirtûka "Compañeras: Çîroka Jinên li nava Zapatîsta" qala jinên li nava Zapatîstayan û vîna wan dike.
Têkildarî Tevgera Zapaîsta ya li Meksîkayê (Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta -EZLN) heta niha gelek tişt hatin nivîsandin.
Zapatîstayan, bi têkoşîna xwe ya sala 1994'an re li gelek deverên cîhanê bi taybetî bi Sûbcomandante Marcos re bûn yek, hem bûn çavkaniya îlhamê hem jî veguherî îkonê.
Lê belê têkoşîna jinên li nava Zapatîstayan a li hemberî artêşa Meksîkayê, li hemberî hevserên xwe û li dijî cîhana baviksalariyê, li pişt van sembolan veşartî ma.
Nivîskara li Washîngtonê ji dayik bû Hîlary Kleîn, di pirtûka xwe ya bi navê "Compañeras: Çîroka Jinên li nava Zapatîsta" qala jinên li nava civakên Zapatîsta û têkoşîna wan kir.
Di pirtûkê de jinên li nava Zapatîstayê qala xwe dikin. Ev pirtûka berfireh li Tirkiyeyê ji aliyê Weşanên Guldunya ve hate çapkirin.